Nêçîrvan Barzanî cejna Ekîto li Kildan, Aşûr û Suryaniyan pîroz kir

31-03-2021
RÛDAW
Nîşan Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Serokê Herêma Kurdistanê cejna Ekîto û serê sala nû ya Babilî Aşûrî li xelkê Kildan, Aşûr û Suryan ên li Kurdistan, Iraq û cîhanê pîroz kir û ragihand: “Cihê şanaziyê ye ku Kurdistan herdem niştimanê pêkvejiyan, firehî, toleransa olî û neteweyî bûye.”

Nêçîrvan Barzanî di peyama xwe de pîrozbahiyê de amaje bi pêkhateya Krîstiyan li Herêma Kurdistanê kiriye û ragihandiye: “Krîstiyan jî pêkhateyeke resen û dêrîn a vê ax û niştiman û kultura pir reng e, ku divê em bi hemû awayî biparêzin û bihêztir bikin.”

Peyama Serokê Herêma Kurdistanê wiha ye:

“Bi helkefta hatina cejna (Ekîto) serê sala nû ya Babilî Aşûrî ve, germtirîn pîrozbahiyê li tevahiya xûşk û birayên Kildanî, Aşûrî û Siryanî li Kurdistan û Iraq û cîhanê dikim, hêvîdarim ev helkeft bibe cihê xêr û xweşî û vegerandina hêvî û aramiyê ji bo wan û hemû welatiyan.

Cihê şanaziyê ye ku Kurdistan herdem niştimanê pêkvejiyan, firehî, toleramsa olî û neteweyî bûye û Krîstiyan jî pêkhateyeke resen û dêrîn a vê ax û niştiman û kultura pir reng e ku divê em bi hemû away’ biparêzin û bihêztir bikin.

Cejna Ekîto li xûşk û birayên me yên Krîstiyanan pîroz be û hêvîdarim pêkve cejn û helkeftên xwe yên paşerojê di rewşeke baştir de û di bin siya pêkvejiyan û aştî û aramiyê de pîroz bikin, me qeyran û tengasiyên xwe derbas kiribe û pejika Covid-19 û bandora wê li ser cîhan û mirovayetiyê nemabe.

Xwedayê mezin Kurdistan û Kurdistaniyan û tevahiya gelên cîhanê biparêze.”

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst