Serok Barzanî: Li dijî teror û cudakariyê em hemû di eniyekê de ne

Hewlêr (Rûdaw) - Serok Barzanî bi helkefta serê sala nû ya Babailî Aşûrî peyameke pîrozbahiyê belav kir û têde ragiahnd, “em hemû li dijî teror û cudakriyê di eniyekê de ne û di mirovbûnê de em bira ne û di xweşî û nexweşiyan de jî em çarenivîsek heye.”

Di beşeke peyama xwe de serok Barzanî dibêje, “pêwîste çanda pêkvejiyan û birayetiya di navbera hemû pêkhatên olî û neteweyî de parastî be û kûrtir bibe.”

Serok Barzanî herwiha hêviya wê yekê jî dixwaze ku hatina serê sala nû ya Aşûrî Babilî “destpêkeke nû be ji bo bidawîhatina êş û azarên ku ji encama hizra tundiyê û terorê ji bo xûşk û birayên me yên Krîstiyanan çêbûne.”

Peyama Serok Barzanî wiha ye:

“Bi helkefta serê sala nû ya Babilî Aşûrî û cejnên Ekîto, germtirîn pîrozbahiyên xwe pêşkêşî gelê Kildan Siryan Aşûrî li Kurdistan û Iraq û hemû cîhanê dikim, hêviya wê yekê dixwazim, serê sala nû ya Aşûrî Babilî destpêkeke nû be ji bo dawî hatina wan êş û azarên ku ji encama hizra tundiyê û terorê ji bo xûşk û birayên me yên Krîstiyanan çêbûne.

Di vê helkeftê de ji bo xûşk û birayên Kildan Siryan Aşûrî û hemû pêkhatên dinê Kurdistanê dubare dikim ku em hemû li dijî teror û cudakariyê di yek eniyê de ne û di mirovbûnê de bira ne û di xweşî û nexweşiyan de jî me yek çarenivîs heye û pêwîste jî çanda pêkvejiyan û birayetiya di navbera hemû pêkhatên olî û neteweyî de parastî be û kûrtir bibe.

Hêvîdarim hemû cejn û helkeftên xwe di aştî û aramiyê de û dûrî pejik û nexweşiyê pîroz bikin.”