Cîgirê Sekreterê PDK-Bakur Hişyar Ozalp hat desteserkirin

Hewlêr (Rûdaw) – Cîgirê Sekreterê Partiya Demokrata Kurdistanê li Bakur (PDK-Bakur) Hişyar Ozalp îro li deriyê sînorî yê Xabûrê hat desteserkirin.

Parêzerê Cîgirê Sekreterê PDK-Bakur Hişyar Ozalp, Nûşîrevan Elçî ji Rûdawê ragihand ku muwekîlê wî dema dixwaze ji Herêma Kurdistanê derbasî Bakurê Kurdistanê bibe li deriyê sînorî yê Xabûrê ji aliyê hêzên ewlekariyê yên Tirkiyê ve hate desteserkirin.

Serokê Baroya Şirnexê Nûşirvan Elçî da zanîn ku Ozalp birine navçeya Silopyayê ya Şirnexê.

Derbarê sedema desteserkirina muwekîlê xwe Elçî herwiha got ku hinek dosya derbarî wî de hebûne, lê ji ber ku hêj îfadeya wî nehate wergirtin ew sedema desteserkirina wî nizanin.

Biyar e îro saet 09:00 derbixin dadgehê.

PDK-BAKUR, PAK, PSK, PÊLKURD , TEVGER: Divê Ozalp demildest bê berdan

Têkildarî desteserkirina Hişyar Ozalp de PDK-BAKUR, PAK, PSK, PÊLKURD , TEVGER jî daxuyaniyek belav kirin tê de daxwaz dikin ku Ozalp demildest serbest bê berdan.

Di daxuyaniya her pênc partî û tevgeran de hat gotin: “Em desteserkirina birêz Hişyar Ozalp ê Cîgirê Serokê PDK-Bakurê şermezar dikin, em bi birêz Hişyar Ozalp re ne û divê demildest serbest bê berdan.”