Sefîn Dizeyî: Me daxwaza alîkariyê ji welatan kiriye

31-03-2020
RÛDAW
Nîşan Herêma Kurdistanê Sefîn Dizeyî Coronavirus
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Berpirsê Peywendiyên Derve yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê dibêje, ji bo rûbirûbûna vîrusa Coronayê wan daxwaza alîkariyê ji welatan kiriye, ji ber ku belavbûna vî vîrusî bo cîhanê û Kurdistanê bi taybetî pêşhateke nûye.  

Sefîn Dizeyî di dema beşdarîkirinê di bernameya Nûroj ya radyoya Rûdawê de ragihand, ku ji bo rûbirûbûna vîrosa Koronayê, wan weke Hikûmeta Herêma Kurdistanê daxwaza alîkariyê ji konsulxaneyên welatan li Hewlêrê kirine.

Dizeyî got, wan aliyan jî bi erîna bersiva daxwaza Hikûmeta Herêma Kurdistanê dane û beşek ji wan bi praktîk alîkariya Hikûmeta Herêma Kurdistanê kirine û beşek din jî soz dane ku alîkariyan pêşkêş bikin.

Berpirsê Peywendiyên Derve yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê bal kişande ser wê yekê jî ku alîkariya welatan bo Herêma Kurdistanê giring e û got, bi taybet wergirtina mifa ji welatên ku têkildarî rûbirûbûna vîrusa koronayê xwedî ezmûn in giringiya xwe heye.

Ev daxuyaniya Dizeyî di demekê de ye, ku li gor dawîn amarên Wezareta Tendirustiyê, li Herêma Kurdistanê 162 kesan bi vîrusa koronaya nû COVID-19 ketine, ku 2 kesan jiyana xwe ji dest dane, herwiha 57 kes ji tûşbûyan jî baş bûne.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst