Berbijêrê AK Partiyê yê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê dengê xwe da

31-03-2019
RÛDAW
Rûdaw
Rûdaw
Nîşan Hilbijartinên Şaredariyan AK Partî Amed
A+ A-

Amed (Rûdaw) - Berbijêrê AK Partiyê yê ji bo Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Cumali Atilla li Amedê dengê xwe da.

 

Cumali Atilla weke qeyûm li Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê hatibû danîn û di vê hilbijartinên şaredariyan de berbijêrê Partiya Dad û Geşepêdanê (AK Partî) ye.

 

Atilla diyar kir ku ew ji welatiyan daxwaz dike biçin ser sindoqan û îradeya xwe nîşan bidin.

 

Cumali Atilla hêviya xwe anî ziman ku hilbijartineke bi aram birêve biçe û got: “Peywira me hemûyan e ku em xwedî li demokrasiyê derkevin, îro rêjeya bilind a beşdariya hilbijartinan dê wê yekê nîşan bide ku gelê me çiqas xwedî li demokrasiyê derdikeve.”

 

Berbijêrê AK Partiyê yê Şaredariya Mezin a Amedê herwiha got: “Rojên hilbijartinan, roja cejna demokrasiyê ye. Em ji Xwedayê Mezin daxwaz dikin ku ev hilbijartin di keş û hewaya cejnê de birêve biçe.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst