Berbijêrê HDPê yê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê dengê xwe da

Amed (Rûdaw) - Berbijêrê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yê ji bo Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Adnan Selçûk Mizrakli li Amedê dengê xwe da.

 

Adnan Selçûk Mizrakli yekem berbijêrê Amedê ye ku dengê xwe bi kar anî û li binkeyeke Zanîngeha Dîcleyê dengê xwe da.

 

Mizrakli derbarê Cumali Atilla ku weke qeyûm li Şaredariya Mezin a Amedê hatibû danîn û niha jî berbijêrê AK Partiyê yê ji bo şaredariya Amedê ye, diyar kir: “Cumali Atilla dê vegere cihê xwe yê divê li wir bûya.”

 

Adnan Selçûk Mizrakli ji Rûdawê re destnîşan kir: “Îro bi taybetî piştî proseyeke gelek bi zehmet, niha cardin gel îradeya xwe diyar dike. Sibe roja avakirinê ye, sibe rojeke nû hiltê, sibe dê hêviya her kesî were cîbicîkirin.”