SÎDEKAN – Agahî li ser wan deverên Tirkiye baregehan lê çêdike

Çoman (Rûdaw) – Tirkiye dixwaze li navçeyên sînor ên Bakur û Başûrê Kurdistanê sê baregahên leşkerî çêbike. Peyamnêrê Rûdawê çû wê deverê û ragihand ku artêşa Tirkiyê bi kurahiya 17 kîlometreyan sînorê Herêma Kurdistanê bezandiye.

 

Peyamnêrê Rûdawê Bextiyar Qadir ji gundê Êşme ser bi qezaya Sîdekan a ser sînorê Başûr û Bakurê Kurdistanê diyar kir ku Artêşa Tirkiyê 17 kîlometre li nav axa Başûrê Kurdistanê li ser çiyayê Kitkînê baregahê leşkerî avakiriye û niha bi çêkirina rê ve mijûl daku bighîne serê çiyê.

 

Artêşa Tirkiyê sê roj e li gundê Êşme kar dike, dixwaze rê bibe ser bilindahiyên çiyayê Kitkînê û wê navçeyê ku bi ser navçeyê de zal in. Di vê derbarê de welatiyên gundê Êşme ji Rûdawê re gotin: “Herçiqas çekdarên Artêşa Tirkiyê nehatine nav gund, lê bangî zarokên me kirine û daxwaza çiqilmas ji wan kirine û gotine ti zerara me nagihe we.”

 

Li gor medya Tirkiyê “Artêşa Tirkiyê hewldanên xwe zêde kirine bo çêkirina sê binkeyên leşkerî li Bakurê Iraqê. Dozer bi paqijkirina rê ve mijul in bo çêkirina rêyeke qîrkirî ji bo baregahên berê û yên niha tên çêkirin bihev ve bên girêdan û di heman demê de girêdana rê bi Tirkiyê ve daku hêzên wê bikaribin bi asanî çûn û hatinê bikin.”

 

Derbarê mijarê de Qeymeqamê Soran Kirmanc Izet ji doh ji Rûdawê re gotibû: “Yekeyên leşkerî yên Artêşa Tirkiyê ji carên din cuda, tank, zirxpoş û çekên cuda anîne navçeyê. Herwiha li nêzîkê gundan qereqol û senger çêkirine û hejmareke zêde ya leşkeran jî bicîh kirine.”

 

Kirmanc Izet, dabû zanîn ku yekeyên leşkerî yên Artêşa Tirkiyê amêrên cuda yên karkirinê ligel xwe anîne û bi paqijkirina rê ve mijûl in, ku eger heye bo çêkirina baregahên leşkerî be û wiha axifîbû: “Armanca hatina wan a vê care mana li vir e, ji ber berê du roj piştî operasyonên leşkerî vedikişiyan bo nav baregahên xwe yên li Tirkiyê, lê vê carê baregahan çêdikin.”