Viyan Dexil: Şerê li Şingalê dê zerarê bide gelê me

31-03-2018
RÛDAW
Rûdaw
Rûdaw
Nîşan DAIŞ Şingal Tirkiye PKK Operasyon Bexda
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Parlamentera Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK)  li Parlamentoya Iraqê ya kurda êzidî Viyan Dexil ragihand ku ew naxwazin navçeya Şingalê dîsa bibe qada şerî.

 

Endama Parlamentoya Iraqê Viyan Dexil beşdarî bultena Rûdawê bû mijarên wek hebûna hêzên PKKê li Şingalê, çûna hêzên Iraqî bo navçeyê û egera operasyonek dijî Şingalê ji aliyê Tirkiyê ve nirxand.

 

Viyan Dexil diyar kir ku piştî navçeya Şingalê sala 2015ê ji DAIŞê ji aliyê Hêzên Pêşmerge ve hat kontrolkirin wan daxwaz ji PKKê kiriye ku hêzên xwe vegerînin cihê xwe û wiha axifî: “Rast e, dema DAIŞê êriş kir, grûpek a PKKê bi hawara Êzdiyan ve hat. Korîdorek vekirin û bo rizgarkirina xelkê me bûn alîkar. Lê ev yek nabe sedemek ku ew li wê derê bicih bibin. Wek niha mala me bê şewitan cîranê me bê alîkariya me bike paşê nabe xwedî li mala me derbikeve”

 

Dexil bibîr xist ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê çend caran daxwaz ji PKKê kiriye hêzên ji Şingalê vekişîne û wiha pê de çû: “Niha ev yek ji bo Tirkiyê bûye hincetek ku li Şingalê bide. Heger Tirkiye li Şingalê êrişên baregehên PKKê bike dîsa xelkê me dê jê zerarê bibîne. Xelk ji vê yekê ditirsin. Heger hêzên Tirkiyê derbasî herêmê bibin eger heye ku hinek hêzên din jî ligel wan bên. Di nav xelkê de ew tirs heye ku DAIŞ di nav wan de hebe.”

 

Mezargeha Şerfedîn

 

Parlamentera Kurda Êzdî da zanîn piştî ku Tirkiyê ragihand dê li Şingalê dijî grûpên PKKê operasyonekê pêk bîne, hikûmeta Iraqê biryar da hêzeke leşkerî veguhezine herêmê û wiha domand: “Artêşa Iraqê bi vê mebestê hêza lîqa 15 şand Şingalê. Du yekîneyên wan çûn ser sînor û yekîneyek jî çû daxilî Sinûnê bû. Beşek ji wan di nav xelkê de me beşek jî li xalên kontrolê belav bûn.”

 

Derbarê hêza hewl dayî biçe Mezargeha Şerfedîn de jî Dexil got: “Di navbera hêza iraqî û xelkê de alozî derket. Gelê Êzdî got em qebûl nakin ti kes bê vê derê. Rê nedabûn DAIŞ derbasî wan deran bibin, bêguman dê rênedin leşkerên iraqî jî herin wê derê. Çênabe hêzên Iraqî di nav xelkê de bin. Erka wan parastina sînoran e. Ji niha pê de xelk dixwaze ew û pêşmerge bi hev re wan cihên pîroz biparêzin.”

 

DAIŞ li Bexdayê heye

 

Li ser hebûna DAIŞê jî Dexil diyar kir ku çekdarên DAIŞê li tevahiya bajarên Iraqê belav bûne û herwiha da zanîn ku van rojên dawî li bajarê Bexda keçeke Kurda Êzdî hatiye dîtin û piştre radestî malbata wê hatiye kirin.

 

 

Derbarê keça li Bexdayê hatî rizgarkirin de Dexi wiha axifî: “DAIŞe keçekê 21 salî biriye Bexdayê. Piştre cîranê wan ji rewşê şikê dibe paşê polîsan agahdar dike. Piştre jî wî rizgar dikin û me ew radestî malbata wê kir.”

 

Bi gotina Dexil gelek bûyerên bi vî awayî rû dide û got: “DAIŞ tenê li herêmekê nîne niha tevî Bexdayê ligel bajarên din jî hene. DAIŞ keç û jinên Êzdî direvine dibe Bexdayê lê heta niha hikûmeta Iraqê gaveke cidî ji bo rizgarikirina neavîtiye. Heta niha jî çarnûsa 3 hezar û 100 Êzdiyan nayê zanîn.”

 

Di berdewamiya axaftina xwe de  Endama Parlamentoya Iraqê beşek ji zarokên hatine reevandin li Sûriyê û Tirkiyê li hemberî pere hatine rizgarinkirin û got: “Çar sal in alîkariyê ji hikûmeta Iraqê dixwazin lê wan heta niha ti budçe ji bo rizgarkirina Êzdiyan qebûl nekiriye. Lê Fransa girîngiyê bi pêkhateyên li Herêma Kurdistanê taybetî jî bi Êzdiya dide. 14ê Nîsanê ez dê li Parîsê beşdarî konferansekê bibim ku mijara pirsgirêkên pêkhateyan e.”

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst