Dadgeha Tirkiyê girtina kujerê Kemal Kurkut red kir

31-03-2017
RÛDAW
Nîşan Tirkiye Ddageh Kemal Kurkut Amed Newroz
A+ A-

Navenda Nûçeyan – Dadgehê daxwaza girtina polîsê ku di roja Newrozê de li Amedê, xortê bi navê  Kemal Kurkut kuştibû, red kir.

 

Di 21ê Adarê de li Newroza Amedê,  serê sibê xwendekarê Beşa Muzîkê yê Peymangeha Hunerên Ciwan a Zanîngeha Înonuyê Kemal Kurkut, li qada Newrozê, rastî astengiya polîsan hatibû.

 

Piştî nîqaşan polîsekî Kemal Kurkut ê nîv tazî, li ber çavê çapemeniyê ji paş ve kuştibû.

 

Di lêpirsîna vê bûyerê de polîsê ku Kemal Kurkut kuştibû, bi şerta kontrola dadî, serbest hatibû berdan.

 

Serdozgeriya Komarî ya Amedê ji bo ku polîsê ku Kemal Kurkut hatiye kuştin were girtin, serî Dadgeha Sulh Cezayê da.

 

Dadgehê ev daxwaza Serdozgeriya Amedê red kir.

 

Di medyaya civakî de gotinek belav bûbû, ku li ser tîşorta Kemal Kurkut navê “Kurdistanê” hebûye, lewma polîsan ew tîşort jê xistine, îşkence kirine û dema ku Kemal xwestiye ji îşkenceyên wan bireve, gule reşandine ser wî.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst