Şaredariyên ku BDPê di hilbijartinên herêmî de qezenc kir

31-03-2014
RÛDAW
A+ A-

 

Amed (Rûdaw) - Partiya Aştî û Demokrasiyê (BDP) di hilbijartinên herêmî yên 30'ê Adarê de li gorî encamên nefermî li 3 jê bajarên mezin, 11 bajaran, 68 navçeyan û 23 bajarokan bi ser ket.

BDP'ê di van hilbijartinan de bi giştî li 22 bajaran namzed nîşan da.


Li gorî encamên nefermî, BDP'ê di van hilbijartinan de 3 bajarên din li bajarên di destê xwe de zêde kir, hejmara şaredariyên xwe derxist 102'an. Li hin navçeyan jî encamên hilbijartinê cihê nîqaşê ne.

BDP'ê li 3 bajarên mezin, 11 bajar, 68 navçe û 23 bajarokan bi ser ket. Rêjeya dengê BDP'ê li gorî hilbijartinên 2009'an li hin bajaran kêm bû, lê li hin bajaran derket asta rekorê.

BDP ku di sala 2009'an de ji sedî 5,21 ê dengan stend, di hilbijartinên herêmî yên 30'ê Adara 20114'an de li gel HDP'ê ev rêje derxist ji sedî 6,36'an. Di nava bajarên ku li şaredariyên BDP'ê zêde bûn Mêrdîn, Agirî û Bedlîs cih digirin. BDP'ê şaredariyên xwe yên Amed, Êlih, Wan, Dêrsim, Sêrt, Colemêrg, Şirnex û Îdir jî parast.

Bajar, navçe û bajarokên BDP'ê qezenc kiriye ev in:

AGIRÎ

Navend, Giyadîn, Bazîd û Tûtgax

ÊLIH

Navend, navçeyên Qûbîn, Kercews û bajarokên Îkîkopru û Balpinar

BEDLÎS

Navend, navçeyên Ovakişla, Norşîn, Xîzan, Moktî û bajarokê Yolalan

AMED

Bajarê Mezin, navçeyên Baglar, Bismil, Çinar, Pîran, Egîl, Erxenî, Hênê, Hezro, Peyas, Karaz, Pasûr, Lice, Farqîn, Sûr û Yenîşehîr

COLEMÊRG

Navend, navçeyên Çelê, Şemzînan û Gever, bajarokên Buyukçîftlîk û Bajerge

ÎDIR

Navend, navçeya Tozan (Tuzluca) û bajarokê Xoşxeber

ELEZÎZ


Navçeya Dep'ê

ERZÎROM

Navçeyên Xinis Karaçoban, Qereyazî û Tekman

QERS

Navçeya Dîgor

SEMSÛR

Bajarokên Bulam û Komur

MÊRDÎN

Bajarê Mezin, navçeyên Artûklû, Kerboran, Dêrik, Qoser, Şemrex, Nisêbîn, Mehsert û Stewr

MERSÎN

Navçeya Akdenîz

MÛŞ

Navçeyên Kop, Milazgirt, Gimgim û bajarokên Esentepe, Rustemgedîk û Ûzgorur

SÊRT

Navend, navçeyên baykan, Dihê û bajarokên Veyselkaranî, Kayabaglar, Gokçebag, Atabagi û Begendîk

RIHA

Hewend, Xelfetî, Pirsûs û Wêranşar

ŞIRNEX

Navend, navçeyên Elkê, Cizîr, Hezex, Silopî û Qilaban, bajarokên Findik, Sirtkoy, Balvegeren, Kûmçati, Başverîmlî û Gorumlu

DÊRSIM

Navend û bajarokê Akpazar

WAN

Bajarê Mezin, navçeyên Mûks, Elbak, Ebex, Şax, Artemêt, Erdîş, Payizava, Rêya Îpekê, Bêgir, Qelqelî û Serav.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst