Lêkoler Tarik Çelenk: Hişê Abdullah Ocalan zelal e

31-01-2025
RÛDAW
Tarik Çelenk û Hêvîdar Zana\ Wêne û vîdeo: Rûdaw
Tarik Çelenk û Hêvîdar Zana\ Wêne û vîdeo: Rûdaw
Nîşan Pêvajoya Çareseriyê Tarik Çelenk Navenda Ramanê ya Ekopolîtîkê PKK Ocalan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Koordînatorê Navenda Ramanê ya Ekopolîtîkê Tarik Çelenk ragihand ku di vê pêvajoya çareseriyê de hişê Ocalan û burokrasiya dewletê zelal e.

Tarik Çelenk ragihand ku aniha ev pêvajo wekî pêvajoyên berê ye û aliyên nihênî ji yên eşkere zêdetir in.

Koordînatorê Navenda Ramanê ya Ekopolîtîkê û Endamê Heyeta Aqilmendan a Pêvajoya Çareseriyê Tarik Çelenk bû mêvanê Bultena Bakur a Rûdawê behsa pêşhatên dawî yên pêvajoya çareserkiriyê kir.

Lêkoler Çelenk diyar kir ku Abdullah Ocalan û burokrasiya ewlehiyê ya Tirkiyeyê pêvajoyê bi rê ve dibin.

“Rewş dê 15ê Sibatê zelal bibe”

Nivîskar Tarik Çelenk behsa cudahiyên pêvajoyên berê û ya niha kir û wiha got:

"Ev pêvajoyeke di pişt perdeyan re diçe û li gorî min aliyên nihênî yên vê pêvajoyê ji aliyên tên zanîn zêdetir in.

Pêvajoya aniha û pêvajoyên salên 2011an, 2010an cuda ne û divê em wan ji hevdû cuda bikin.

Aliyên sivîl û civakî yên pêvajoyên berê hebûn.

Pêvajoya aniha Abdullah Ocalan û burokrasiya ewlehiyê ya Tirkiyeyê bi rê ve dibin.

Ev pêvajoyeke di pişt perdeyan re diçe û li gorî min aliyên nihênî yên vê pêvajoyê ji aliyên tên zanîn zêdetir in.

Belkî berpirsên dewletê, Abdullah Ocalan an jî mixatabên meseleleyê, belkî mixatabên li Sûriyeyê belkî Birêveberiya Herêmê (Herêma Kurdistanê) birêz Barzanî ew zêdetir tiştan dizanin.

Ji bo ku di pêvajoyê de provakasyon neyên kirin belkî ev yek tê tercihkirin.

Ez wisa difikirim ku Sirri Sureyya Onder û Fîgen Yuksekdag jî wisa difikirin.

Li gorî dîtina min rewş di 15ê Sibatê roja anîna Ocalan a Tirkiyeyê dê zelal bibe.

Ez wisa texmîn dikim ku bi peyama Abdullah Ocalan re em dê meseleyê fam bikin.”

“Bandora Rojhilata Navîn li ser pêvajoyê hebû”

Nivîskar û lêkoler Tarik Çelenk behsa bandora pêşhatên Rojhilata Navîn a li ser pêvajoyê jî kir û got:

“Li gorî ku ez dibînim ev pêvajo ne ji ber guherîna nexşeya Tirkiyeyê ji ber bandora wê ya li ser Tirkiyeyê dest pê kiriye.

Li aliyê din, dema em dîbînin ku polîtîkayên qeyûman berdewam dikin. Ev tiştekî xembar e.

Em dibînin ku partiya Erdogan ji DEM Partiyê bêtir deng standine.

Partiya din a Kurdan Tifaqa Cumhurê ye û destê xwe xistiye destê Erdogan û Devlet Bahçelî.

Dema em dinêrin em dibînin ku siyaset tevlihev e.

Ez wisa difikirim ku bandora êrişa Hamasê ya 7ê Çiriya Pêşîn û pêşhatên Rojavayê Kurdistanê jî li ser vê pêvajoyê hene.

Em dibînin ku bi êrişa 7ê Çiriya Pêşîn re Hizbulah hat tesfiyekirin û Hemas lawaz bû, hêza çekdarî ya Hamasê lawaz bû.

Tesfiyekirina hêla çekdarî ya PKKyê jî di wê çarçoveyê de ye.

Ya ku tê dîtin ew e ku rêxistin çekên xwe deyne û li Sûriyeyê û li Rêveberiya Herêmê (Herêma Kurdistanê) wekî aktoreke siyasî bimîne.

Ez wisa texmîn dikim ku dê her tişt di 15ê Sibatê de zelal bibe.”

Tarik Çelenk behsa rola Devlet Bahçelî û nijadperestên Tirkiyeyê ya di pêvajoyê jî de kir.

Li gorî nivîskar Çelenk, Devlet Baçelî nûnertiya aliyê ewlehiyê yê dewletê dike û Recep Tayyîp Erdogan jî nûnertiya aliyê siyaseta sivîl dike.

Koordînatorê Navenda Ramanê ya Ekopolîtîkê diyar kir ku helwesta neteweperestan ji bo serkeftîbûna pêvajoyê gelekî girîng e.

“PKK dixwaze ji lîsteyên rêxistinên terorê derkeve”

Tarik Çelenk wiha domand.

“Ji ber tayînkirina qeyûman guman bi me re jî çêdibin.

Di pêvajoya berê de li Tirkiyeyê azadiya fikrî hebû û ji hev cudabûna erkên dewletê bi hêz bû.

Karê birêvebirina dewletê di destê civaka sivîl de bû.

Her kesî bi awayekî li dîmen dinêrî, rêxistina sivîl û partiyê bi awayekî din dîmen didît, rêxistina çekdarî bi awayekî din didît û burokrasiya dewletê bi awayekî din dîmen didît.

Ev pêvajo serkeftî nebû gelek provakasyon di wê pêvajoyê de hatin kirin.

Di vê pêvajoyê de civaka sivîl nîne. Ez wisa dîbînim ku mixatab her tiştî bi zelalî dibînin û hişê her kesî ne zelal bû.

Ez wisa dibînim ku di vê pêvajoyê de hişê Abdullah Ocalan zelal e, hişê burokrasiya dewletê zelal e.

Ev zelaliya aliyan dibe ku ji bo çareserî û serkeftina pêvajoyê bibe avantajek.

PKK eşkere dike ku armanceke wê ya siyasî heye û ji bo wan armancan terorê bi kar tîne.

Ez wisa dibînim ku PKK wekî HTŞyê ji lîsteyên terorê yên cihanê derkeve.

Heger rêxistinek bixwaze ji lîsteya rêxistinên terorê derkeve gelekî maqûl e ku ji çekan deyne û diyar e ku armancên siyasî hilbijartine.

Heger PKK çekan deyne dê ji bo Tirkiyeyê û ji bo herêmê gelekî baş be.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst