Sêrt (Rûdaw) – Gelê Sêrta Bakurê Kurdistanê danîna qeyûman protesto dike.
Wezareta Karên Navxwe ya Tirkiyeyê 29ê Kanûna Paşîn a 2025an qeyûm danî ser Şaredariya Sêrtê.
Wezaretê ji 31ê Adarê ve qeyûm danîne ser şaredariyên DEM Partiyê yên Colemêrg, Mêrdîn, Êlih, Dêrsim, Xelfetî, Akdenîz, Miks û Sêrtê.
Gelê Sêrtê li dijî danîna qeyûm derdikeve û li ber Şaredariya Sêrtê nobedê digire.
Hinek parlamenterên DEM Partiyê jî beşdarî nobedê dibin û di navbera xwenîşander û polîsan de alozî derketin.
Parlamentera DEM Partiyê ya Sêrtê Sebahat Erdogan Saritaşê ragihandê ku ew dê li dijî qeyûm têkoşîna xwe bidomînin û got:
"Em dê wî qeyûmê ku navê xwe di berîka xwe de biriye û hatiye şaredariyê bişînîn cihê ku jê hatiye.”
“Ev welatê me ye”
Şêniyê Sêrtê Feseh Bittim jî got, "Bila ew baş zanibin çi bikin jî ev welatê me ye.
Xelk îradeya welatê xwe nade destê kesên din. Bi qeyûm û diziyê nikarin me ji biryara me vegerînin."
“Em Kurd in û em hene”
Hesen Akyolê xelkê Sêrtê jî wiha axivî:
“Em qeyûm naxwazin. Em dewa zimanê xwe dikin. Em dewa nasnameya xwe dikin.
Em Kurd in, ew çi qasî bejin hûn tunin jî em hene, em li her derî hene.”
Welatiyên ku li ber şaredariyê kom bûbûn, daxwaza parastina îradeya xwe kir û dirûşmên "Em qeyûm naxwazin" bilind kirin.
Parlamenterê DEM Partiyê yê Bedlîsê Huseyîn Olan û Parlamentera Mûşê Sumeyye Boz jî tevlî xwepêşandanê bûn û wan piştgirî da Hevserokên Şaredariya Sêrtê Sofya Alagaş û Mehmet Kaysî.
Parlamenter û welatî piştî xwepêşandana li ber şaredariyê, çûn serdana esnafan û li wir jî li dijî qeyûman dirûşm bilind kirin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse