TURK-IŞ: Sînorê birçîbûnê 22 hezar lîre derbas kiriye

31-01-2025
RÛDAW
Nîşan TURK-IŞ Sînorê Hejariyê Sînorê Birçîbûnê Tirkiye Bakurê Kurdistanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li gorî lêkolîna TURK-IŞê di Kanûna Paşîn a 2025an de ji bo malbateke 4 kesî sînorê birçîbûnê gihiştiye 22 hezar û 131 lîreyên Tirkî.

 Li gorî rapora TURK- Işê sînorê hejariyê jî bûye 72 hezar û 88 lîre.

Konfederasyona Sendîkayên Karkeran a Tirkiyeyê (TURK-IŞ) encamên “Lêkolîna Sînorê Birçîbûn û Hejariyê ya Kanûna Paşîn a 2025an” eşkere kir.

TURK-IŞ bi armanca şert û mercên debara jiyanê ya karkeran were diyarkirin û bandora zêdebûna bihayê kelûpelên serekî yên li jiyana bê zanîn her meh raporekê belav dike.

Li gorî rarpora TURK- Işê li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê sînorê birçîbûnê gihiştiye 22 hezar û 131 lîreyan.

TURK Işê eşkere kir ku ji bo kesek bikaribe bijî pêwîstiya wî bi 28 hezar û 756 lîreyan heye.

Her wiha di lêkolînê de hatiye diyarkirin ku sînorê hejariyê jî 72 hezar lîre derbas kiriye û bûye 72 hezar û 88 lîre.

Li gorî lêkolînê enflasyona xwarinê di Kanûna Paşîn de li gorî Kanûna Pêşîn a 2024an ji sedî 4.97 zêde bûye û salane jî gihiştiye ji sedî 47,06an.

Li aliyê din Hikûmeta Tirkiyeyê meaşê herî kêm jî wekî 22 hezar û 104 lîre diyar kir û meaşê manişîniyê yê herî kêm jî bûye 14 hezar û 469 lîreyên Tirkî.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst