Hewlêr (Rûdaw) - Li gundê Tûlikê yê parêzgeha Dêrsimê ya Bakurê Kurdistanê, li gel nerazîbûn û nîqaşên demdirêj Parêzgarê Dêrsimê yê ku wekî qeyûm şaredariyê jî bi rê ve dibe ragihand ku kar û xebatên avakirina “Tesîsa Jêbirina Gilêşa Hişk” dest pê kiriye.
Parêzgarê Dêrsimê Bulent Tekbiyikoglu çû serdana cihê tesîsê û diyar kir, ji ber ku tesîseke jêbirina gilêşê nîne qirêjî diherike çemê Pilemûriyê.
Parêzgarê Dêrsimê Bulent Tekbiyikoglu got:
“Hinek kes dibêjin dê ji derve gilêşê bînin vir. Na, berovajî vê yekê em dê gilêşê ku em dikarin bi kar bînin bişînin derve, ji sedî 87ê gilêşa xwe em dê karibin derxin û bi vî awayî dê gilêş kêm bibe.
Beşê organîk jî em dê wekî gubre li parêzgehê ji bo çandiniyê bi kar bînin.
Dê nirxekî madî hebe û bandoreke erênî li ser aboriya me jî bike.”
Platform bi tabûtan meşiya
Platforma Jîngeh û Jiyanê ya Kirmizidagê li dijî çêkirina projeyê têkoşîna xwe ya hiqûqî û çalakiyên xwe didomîne.
Endamên platformê bi tabût û kefenan, ber bi avahiya şaredariyê ve meşiyan û xwest ku biryar were betalkirin.
Berdevkê Platforma Jîngeh û Jiyanê ya Kirmizidagê Suleyman Ozmen got:
“Di destê me de rapora dadgeha xwecihî ya Erzinganê heye.
Di nava şandeya pisporan de 2 profesor jî hene.
Dibêjin ew der herêma daristanê ye û darên ku nû şîn dibin hene.
Dibêjin darên taybet hene ku li her derê çênabin.”
Ozmen diyar kir ku li gorî pisporan 9 giyayên endemîk li wê herêmê hene û anî ziman:
“Li Holendayê bi giştî 6 giyayên endemîk hene. Pispor dibêjin eger proje pêk were dê çandinî, ajeldarî û mêşvanî bi dawî bibe û ava bin erdê jî bikeve metirsiyê.
Yanî piştre gundî dê neçar bimînin koç bikin.”
“Cihê projeyê şaş hatiye hilbijartin”
Hinek niştecihên gund jî dibêjin ew ne li dijî projeyê ne lê cihê hatiye hilbijartin cihekî ne guncav e.
Niştecihê gundê Tûlikê Suleyman Tutar got:
“Em jî dizanin ku projeyeke baş e lê cihê ku hatiye hilbijartin şaş e.
Ji ber vê yekê jî em dixwazin cihê wê bê guhertin.
Eger ev proje çêbibe kes nikare li gund bimîne.”
Şaredariya Dêrsimê sala 2009an plana vê projeyê danî û sala 2011ê jî bi pêşengiya şaredariyê Yekîtiya Gilêşa Hişk a Dêrsimê (DERKAB) hat avakirin.
Yekîtiyê proje sala 2015an ji bo Wezareta Jîngeh û Bajarvaniyê pêşkêş kir û wezaretê jî ji bo projeyê gundê Tûlikê hilbijart.
Niha bi alîkariya Yekîtiya Ewropayê dê proje were bicihkirin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse