Karwanekî leşkerî yê Amerîkayê derbasî Rojavayê Kurdistanê bû

31-01-2025
RÛDAW
Nîşan SOHR Karwanê Leşkerî Rojavayê Kurdistanê Amerîka
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Karwanekî leşkerî yê Amerîkayê ji Başûr derbasî Rojavayê Kurdistanê bû.

Hevpeymaniya Navneteweyî ya li dijî DAIŞê doh bi rêya bejahî û asmanî karwanên leşkerî şandin Rojavayê Kurdistanê.

Li gorî Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR), karwanekî leşkerî yê ku ji 60 barhilgirên çek û tank hilgirtî pêk dihat ji Başûrê Kurdistanê derbasî Rojavayê Kurdistanê bûye.

Hat ragihandin ku 20 barhilgir ji wî karwanî çûne baregeha Qesrikê û 40 barhilgir jî çûne baregeha Xirab Cîr a li Rimêlana Rojavayê Kurdistanê.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst