MÊRDÎN - Dema direqisî dilê wî sekinî û mir

01-02-2025
Nîşan Mêrdîn Qoser Dawet Mirin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Bekir Elçiyê 35 salî dema govend digerand dilê wî rawestiya û mir.

Bûyerê li navçeya Qoserê ya Mêrdîna Bakurê Kurdistanê rû da.

Li gorî nûçeya DHAyê, Bekîr Elçiyê bavê 5 zarokan doh êvarî çû daweteke li Qoserê.

Lê dema ku govend digerand ji nişka ve ket erdê.

Kesên li dawetê Elçî rakir nexweşxaneyeke taybet a li Qoserê lê wî li nexweşxaneyê rehmet kir.

Hat diyarkirin ku mirina Elçî ji ber rawestîna dilê wî ye.

Termê Elçî piştî kar û barên otopsiyê li gundê Kuferdelê yê Mêrdînê hat veşartin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst