Hewlêr (Rûdaw) - Li herêma çiyayî ya Pênciwênê kolberek li ser sînorê navbera Rojhilat û Başûrê Kurdistanê qufilî.
Qaymeqamê Qezaya Pênciwênê Hêmin Îbrahîm ji Rûdawê re ragihand ku şeva borî derengê şevê li herêma çiyayî ya sînorê qezayê bi termekî hesiyane.
Hêmin Îbrahîm diyar kir ku tîmên parastina sivîlan û hêzên parasina sînoran şandine cihê bûyerê.
Qaymeqam da zanîn ku term ê kolberekî 21 salî yê, ew xelkê Merîwanê ye û li ser çiyayekî sînorê navbera Rojhilatê Kurdistanê û Pênciwînê ji ber seqem û sermayê qufiliye.
Wî got ku ne diyar e ew kolber çend roj berê miriye.
Li gorî agahiyên ku Qaymeqamê Pênciwênê dane, li ser bûyerê dest bi lêpirsinê hatiye kirin û termê wî kolberî sewqî Bijîşkiya Dadî ya Silêmaniyê hatiye kirin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse