ŞIRNEX - Li madena komirê bi ser makîneya kar de zinar hilweşiya

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Şirnexê ya Bakurê Kurdistanê, îro li madeneke komirê ya li quntarên Çiyayê Cûdiyê zinar bi ser makîneya kar de hilweşiya û di encamê de şofêrê makîneya kar birîndar bû.

Li madeneke komirê ya li quntarên Çiyayê Cûdiyê, di dema kolana madenê de ji çiya zinar bi ser makîneya kar de ket.

Di encamê de şofêrê makîneya kar ê bi navê M.B. birîndar bû û di nav makîneya kar de asê ma.

Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyê, hêzên ewlehiyê û tîmên rizgarkirinê yên AFADê çûn cihê bûyerê.

M.B. ji nav makîneya kar hat rizgarkirin û tîmên tenduristiyê ew veguhast Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê.

Hat zanîn rewşa tendurisitiyê ya şofêr bi giştî baş e.