‘Hilweşandina parlamenteriya Can Atalay darbeyeke siyasî ye’

31-01-2024
Ferdî Sak
Parlamenteriya Can Atalay bi fermî hilweşiya
Parlamenteriya Can Atalay bi fermî hilweşiya
Nîşan Can Atalay Parlamenterî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Biryara hilweşandina parlamenteriya Parlamenterê Partiya Karkerên Tirkiyeyê (TÎP) Can Atalay li parlamentoyê hat xwendin.

Bi xwendina biryarê re parlamenteriya Can Atalay bi awayê fermî hat xistin.

Parlamenterên TÎPê û beşek ji parlamenterên mixalefetê piştî biryarê bi pankartên "ji bo Can Atalay azadî" çûn ser kursiyê parlamentoyê û wan nerazîbûna xwe nîşan da.

Piştre rewş ji kontrolê derket û alozî çêbû.

“Em ti carî li hemberî we serî natewînin”

Serokê TÎPê Erkan Baş got, “Hûn bikujin jî hûn parlamenteriya me jî hilweşînin jî em ti carî li hemberî we serî natewînin.

Gelê Hatayê qet li hemberî we serî natewîne."

 Can Atalay piştî biryarê bi rêya parêzerên xwe li ser hesabê xwe yê medyaya civakî peyemek belav kir û got:

“Ev jî bû. Wan ev jî kir. Wan li dijî hikmê eşkere yê Dadgeha Destûrê ku ti guman tê de nîne, parlamenteriya parlamenterê hilbijartî yê Hatayê hilweşand.”

“Parastina destûrê erkê her kesî ye”

Serokê Giştî yê CHPyê Ozgur Ozel jî got:

“Eger Dadgeha Destûrê nebe dewlet nabe. Yên ku dadgeha destûrê tine dihesibînin îro li ser Can Atalay û Hatayê lê sibe li ser te gef e.

Li dijî vê derbeyê, parastina Dadgeha Destûrê erkê her welatiyekî ye.”

“Darbeyeke siyasî ye”

Hevseroka DEM Partiyê Tulay Hatîmogullariyê jî li ser hesabê xwe yê medyaya civakî peyamek belav kir û got:

“Hilweşandina parlamenteriya parlamenterê gelê Hatayê derbeyeke siyasî ye.”

Can Atalay di çarçoveya Doza Geziyê de bi 18 sal cezayê girtîgehê hatibû cezakirin. Di 14ê Gulana 2023an de bû Parlamenterê Hatayê yê TÎPê.

Dadgeha Destûra Bingehîn a Tirkiyeyê ji ber parêzbendiya parlamenteriyê biryar da ku mafê Atalay hatiye binpêkirin û xwest bê berdan.

Lê Dadegha Bilind a Tirkiyeyê ew daxwaz red kir.

Parlamentoya Tirkiyeyê li ser biryara 13emîn Daîreya Hiqûqê ya Dadgeha Bilind a di derbarê Can Atalay de civiya.

Piştî ku biryara dawî ya erêkirina 18 sal cezayê girtîgehê ji aliyê Dadgeha Bilind ve li Lijneya Giştî ya Parlamentoya Tirkiyeyê hat xwendin, parlamenteriya Can Atalay hat hilweşandin.

Bi hilweşandina parlamenteriya Can Atalay re hejmara parlamenterên TÎPê daket 3yan.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst