Li Rojavayê Kurdistanê krîza av, gaz û elektrîkê bi xwe re krîza bêkariyê jî anî

Hewlêr (Rûdaw) - Wêstgehên Rojavayê Kurdistanê ji ber êrişên Tirkiyeyê ji kar ketine û di encamê de herî kêm 5 milyon welatî bê av, elektrîk û gaz mane.

Herwiha ev êriş bûn sedem ku gelek welatiyên Rojavayê Kurdistanê bê kar bimînin.

Navçeyên Rojavayê Kurdistanê û Bakurêrojhilatê Sûriyeyê demeke dirêj e rastî topbaran û bombebaranên artêşa Tirkiyeyê dibin.

Di encamê de, ziyaneke mezin gihişte jêrxaneyên xizmetguzariyê yên wan navçeyan.

Ji ber vê sedemê li herêmê demeke dirêje qeyranên elektrîk, av, û gazê berdewam in.

Yek ji van jêrxaneyan jî Kêlgeha petrolê ya Zerbeyê ya li gundewarê Tirbe Spiya Qamişloyê ye.

Xelkê navçeyê ji ber nebûna av, elektrîk û gazê di rewşeke dijwar de dijîn.

Karmendê Kêlgeha Zerbeyê ya li Tirbe Spiyê Adil Uzzo li ser mijarê mijarê ji Rûdawê re axivî û got:

“Balafirên Tirkiyeyê wêstgehê bombebaran kirin.

Kargeha Zerbe, kargeha Ode û hemû sentralên petrol û elektrîkê yên li navçeyê bombebaran kirine.

Di encam de ne benzîn, ne mazot, ne gaz, ne av û ne elektrîk, tiştek nemaye. Welatî dinalin.”

“Ti şervan li vir tinebûn”

Piştî bombebaranan wêstgeh ji kar ketin û karmendên navçeyê jî bê kar man.

Gelek welatî jî nikarin debara xwe bikin.

Karmendê Parzûngeha Odeyê ya Tirbe Sipiyê Amir Diyab got:

“Li vê Kêlgeha petrolê parzûngehek heye, benzîn û mazotê derdixe.

200 Karmendan karê xwe ji dest dane û niha bê kar mane.

Her tişt têk çûye. Berhemanîn nemaye. 200 malbat zerar dîtine. Hemû karmend li malê dimînin.

Tirkiyeya dagirker her tişt wêran kirine. Ev parzûngeheke sivîl e.Ti şervan li vir tune bûn.”

Li gorî Rêveberiya Xweser, di navbera 13 û 15ê Kanûna Paşîna 2024an de, balafirên şer ên Tirkiyeyê hemû pêgehên enerjiyê yên Rojavayê Kurdistanê kirine armanc.

Di encamê de hemû sentral û saziyên xizmetguzariyê yên bajar û bajarokan ji sedî sed ji kar ketine.

Herî kêm 5 milyon kes bê av, elektrîk û gaz mane.

Tê texmînkirin ku ziyana madî jî zêdetirî yek milyar dolarî ye.