Li Rihayê pevçûna malbatan: 7 kes birîndar bûn

31-01-2024
RÛDAW
Nîşan Riha Siwêreg Pevçûna Malbatan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Siwêregê parêzgeha Riha ya Bakurê Kurdistanê du malbat pev çûn û di encam de 7 kes birîndar bûn.

Li gorî agahiyan li navçeya Siwêregê ya Rihayê du malbatên ku xizmên hev in û dijminatî di navbera wan hebûye bi çek, dar û beran pev çûn.

Li ser agahdarkirinê polîs û tîmên tenduristiyê çûn cihê bûyerê. Piştî midexaleya polîsan pevçûn rawestiya û di encam de 3 kes bi çekan bi giştî 7 kes birîndar bûne.

Tîmên tenduristiyê birîndar birin Nexweşxaneya Dewletê ya Siwêregê.

Li ser bûyerê jî 9 kes hatine desteserkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst