Li Wanê 2 rojan qedexeya çalakiyan hat ragihandin

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Wanê ya Bakurê Kurdistanê û navçeyên wê bi biryara parêzgariyê meş, çalakî û civînên bikom ên li derve 2 rojan hatin qedexekirin.

Parêzgariya Wanê bi daxuyaniyekê li ser malpera xwe ya fermî ragihand ku rojên 1 û 2ê Sibata 2024an meş, çalakî, kampanyayên îmzeyan, çêkirina anketan, vedana çadir û standan, daxuyaniyên çapemeniyê, belavkirina belavokan, xwepêşandan, çalakiyên rûniştinê û civînên bikom ên li seranserê parêzgehêû navçeyên wê 2 rojan hatine qedexekirin.

Parêzgariya Wanê îdia kir ku ew qedexe “ji bo rêgirtina li êrişan”, “parastina can û malê welatiyan”, “nehiştina rêxistinên terorê” û “pêkanîna ewlehiya niştîmanî” hatiye ragihandin.

Li gorî daxuyaniyê, qedexe wan çalakiyan li xwe nagire ku bi destûra parêzgariyê ne.

Çend meh in bi berdewamî bi biryara parêzgariyê, li Wanê çalakî tên qedexekirin.