Li Wanê ji ber êrişa seg zarokek 9 salî canê xwe ji dest da

31-01-2023
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Li parêzgeha Wanê ya Bakurê Kurdistanê segê har êrişî zarokek 9 salî kir û neştergerî jê re hat kirin, lê tevî hemû hewildanan canê xwe ji dest da.

Ev demeke bûyerên harbûna ajalan û êrişkirina segên har li bajarên Bakurê Kurdistanê bûye diyarde.

Li taxa Selîmbey ya ser bi navçeya Îpekyolu ya parêzgeha Wanê, duh segek har êrişî zarokek 9 salî yê bi navê Mete Durna dema bi hevalekî xwe re dileyîst, kiriye.

Zarokê ji qirika xwe û hin cihên din yê laşê xwe birîndar bûyî zû gihandin nexweşxaneyê, neştergerî jî jêre hate kirin, lê di dawiyê de canê xwe ji dest da.

Yek ji şahidê bûyerê melayê taxê, Muhammet Emin Kuçuk bûye û dibêje: “Zarokan li taxê ji xwere bi topê dileyîstin, ji nişkê ve bang kirin û gotin were bi hewara me. Dema ez çûm min dît ku seg devê xwe xistiye qirika zarok.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst