Parlamenterê CHPê navê berbijêrê Tifaqa Millet aşkere kir

31-01-2023
RÛDAW
Nîşan Sezgîn Tanrikulu CHP Berbijêrê Serokkomariyê Tifaqa Millet
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Parlameterê Partiya Gel a Komarî (CHP) Sezgîn Tanrikulu ragihand dê Serokê Giştî yê CHPê Kemal Kiliçdaroglu di 13ê Sibatê de weke berbijêrê postê Serokkomariyê yê Tifaqa Millet bê ragihandin.

14ê Gulana îsal li Tirkiyê hilbijartinên giştî tên kirin û sê hevpeymanî di hilbijartinan de beşdar dibin. Hevpeymaniya Millet, Hevpeymaniya Cumhur û Hevpeymaniya Ked û Azadiyê.

Lê ji bilî hevpeymaniya Cumhur ku berbijêrê wê Recep Tayîp Erogan e heta niha berbijêrê herdû aliyên din bo postê Serokkomariyê ne diyar e.

Parlamenterê CHPê Sezgîn Tanrikulu roja Sêşemê 31ê Çileya 2023an di bernameyeke televîzyonî de derbarê berbijêrê Tifaqa Millet de axivî ku partiya wî serkêşa wê hevpeymaniyê ye.

Tanrikulu ameje bi wê yekê da ku CHPê cesteyê sereke yê Tifaqa Millet pêkaniye û got: “Her partiyeke siyasî ya li ser vê maseyê wekî hev sûd gihand vê yekitiyê. Tişta girîng ne hêza partiyên siyasî, yekbûna wan e.”

Sezgîn Tanrikulu diyar kir ku dengdêr û serokên giştî yên partiyên din ên Hevpeymaniya Millet li ser berbijêrbûna Kiliçdaroglu yek deng in û got: “Eger pêşhatek nerênî çênebe Serokê me yê Giştî (Kemal Kiliçdaroglu) dê di 13ê Sibatê de weke berbijêrê Tifaqa Millet bê ragihandin.”

Serokê Giştî yê CHPê Kemal Kiliçdaroglu  jî ragihandibû ku ew dê berbijêrê 6 partiyên opozîsyonê di civîna 13ê Sibatê ya li avahiya giştî ya Partiya Saadetê de diyar bikin û gotibû: “Lê dibe ku berbijêr piştre bi merasîmek mezin bê ragihandin.”

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst