BELGEFÎLM: Îdrîs Barzanî - Endazyarê Aştiyê
Hewlêr (Rûdaw) - "Îdrîs Barzanî - Endazyarê Aştiyê" belgefîlmek ji aliyê Tora Medyayî ya Rûdawê ve ye û biryar e îşev di salvegera koça dawî ya Îdrîs Barzanî de ku demjimêrek dewam dike, li ser Rûdawê were weşandin.
Ev belgefîlm ji aliyê Rêveberê Giştî yê Tora Medyayî ya Rûdawê Ako Mihemed ve hatiye çêkirin û amadekirin û derhêneriya wê jî Aso Hacî kiriye.
Belgefîlma ku îro îşev demjimêr 22:00an dê li ser ekranên Rûdaw TV were weşandin, îro li salona sînemaya Empire ya Hewlêrê hat nîşandan.
Di belgefîlmê de li ser jiyana Îdrîs Barzanî û her wiha bîranînên hevalên wî yên bi wî re agahî hene.
Fazil Mîranî hevxebatê Îdrîs Barzanî: Şêwazeke qayilkirinê ya sosret a rehmetiyê Kekê Îdrîs hebû.
Hoşyar Zêbarî: Serkirdeyekî bêhempa bû. Ji sedî sed cihê baweriya bavê xwe bû.
Mesûd Barzanî: Min û birayê xwe yê mezin Kekê Îdrîs, me bi dil û can qewîtiya Barzanî bi cih anî.
Ebdilmuheymen Barzanî pismamê Îdrîs Barzanî: Her duyan Mela Mistefayek dirust kiribûn
Felekedîn Kakeyî heval û hevxebatê Îdrîs Barzanî: Derwêşê tevgera kurdî bû
Îdrîs Barzanî: Ma Kurdistan daxwaza çi dike ku bi vî awayê hovane bê qirkirin?
Kurdistan Pîrdawid hevxebata Îdrîs Barzanî: Deriyê wî ji her kesî re vekirî bû
Qadir Helo serkarê Mala Îdrîs Barzanî: Dema ku Kekê Îdrîs diaxivî li pêş çavê te pir şîrîn dibû. Eger xemeke qasî çiyayekê di dilê kesekî de hebûya, dema dihat ba Kekê Îdrîs xema wî nedima.
Siyasetvan Fereydûn Ebdilqadir: Kevoka aştiyê bû. Peyayê aştiyê bû. Ne mirovê dubendî, navtêdan û tûjkirina nakokiyan bû.
Îdrîs Barzanî: Bi îzna Xwedê em ê li ser vê rêyê bibin birayên hev. Em bikarin mafên gelê xwe û hevkarên mafê hemû gelên lawaz li dinyayê bin.
Ebdilwahid Barzanî pismamê Îdrîs Barzanî: Baş tê bîra min gava Îdrîs ji dayik bû, li gundê Barzan ji dayik bû. Wê demê gelek axaftin dihat kirin ku mamê Mele Mistefa diçe Bexdayê. Wê demê Îdrîs ji dayik bû.
Hawkar Kerîm Heme Şerîf master li Dîroka Şoreşa Îlonê: Kak Îdrîs adara sala 1944an ji dayik dibe. Navçeya Barzan di bin bombebarana rejîma paşatiyê de bû. Çunke wê demê Şoreşa Barzan a Duyem ku di dîrokê de wek Şoreşa “43 û 45an a Barzan” tê naskirin, ew ji dayik bû. Ev hemû bûyer û hemû paşxana terîqet û rêbaza Barzan di wê kesayetiyê de kom bûye.
Karwan Cewher master li Jiyan û Xebata Îdrîs Barzanî: Îdrîs di 7ê Adara 1944an de ji dayik bû. Piştî salekê, dema temenê Îdrîs nêzîkî salekê dibe, şer dest pê dike. Êdî di wê rewşê de penaberî Rojhilatê Kurdistanê dibin û ji aliyê Qazî Mihemed ve tên pêşwazîkirin.
Ebdilwahîd Barzanî pismamê Îdrîs Barzanî: Salek temam nekiribû, bûbû 11 meh dema komar hat damezrandin. Şevekê hatin û gotin em bar bikin. Me got em biçin ku derê? Gotin Şino. Dema em çûn Şinoyê, komar hilweşiya.
Karwan Cewher master li Jiyan û Xebata Îdrîs Barzanî: Piştî hilweşîna Komara Kurdistanê di 17ê Kanûna pêşîn a 1946an de êdî rewş têk diçe. Piştre cenabê Barzanî seredana Tehranê jî dike. Şahê Îranê dibîne lê li hev nakin. Êdî xuya ye ku hinek şer bi artêşa Îranê re diqewimin.
Bawerê Şêx Silêman Barzanî pismamê Îdrîs Barzanî: Piştî ku bêgav dimînin vegerin Iraqê, rewşa xelkê Barzan gelekî xirab dibe. Ewqasî xerab dibe ku bi tîfoyê dikevin. Êdî spîk dikevin nav xelkê. Birçîbûn çêdibe. Her roj 5-6 goran dikolin û dipên ka dê sibe kî bimire.
Ebdilwahid Barzanî pismamê Îdrîs Barzanî: Tê bîra min dema em gihan têlbenda Diyanayê. Wek jêrzemînê bû. Paşê min dît, girk bû, lê serê wê pehnîtî bû. Aliyên deştê bi têlan dorpeç kiribûn, du deriyên wê hebûn. Yek li vî alî û yê din li wî alî. Polîs lê hatibûn bicihkirin. Li derve kon hatibûn vedan. Tê bîra min, em birin nav têlê, lê ne mala Xudan, ew li derveyî têlbendê man. Paşê tê bîra min, ango dotira rojê, gotin fermande gotiye, bila Şêx Ehmed û xizmên xwe bên bin kon, em jî bi bavê xwe re çûn.
Bawerê Şêx Silêman Barzanî pismamê Îdrîs Barzanî: Wê demê malbata Barzan cuda dikin û dibêjin divê ew ne di nav vê xelkê de bin. Hemû zar û zêçên Şêx Mihemed, em tev tên cudakirin û dibêjin ew bo Kerbelayê bên dûrxistin. Pêşî jî, yên mezin wek Şêx Ehmed, Mihemed Sidîq, Sadiq, Ubeydulla, Şêx Mihemed Xalid û Cemal dişînin Besrayê da wan bikujin.
Ebdilwahid Barzanî pismamê Îdrîs Barzanî: Li Kerbelayê jî meydanek hebû. Dibistanek lê hebû, li ser hatibû nivîsîn (El Medrese El Feyseliye). Du qatî bû. Em birin wir û heft polîs anîn ber derî û ji serokê erîfan re digotin Erîf Selman. Bi şev û roj li wir nobedar bû û derî li ser me girtin.
Karwan Cewher master li Jiyan û Xebata Îdrîs Barzanî: Kesekî bi navê Mistefa Ebdullah hebû. Wisa dixuya cenabê Barzanî ew qewîtî kiribû ku pir li zarokên wî miqate be. Bi giştî hay ji malbata wî hebe.
Abdullah Akreyî Kadroyê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK): Li wir rola bapîrê min ew bû ku Mela Mistefa gazî wî dike û jê re dibêje: Mistefa, bi tu hawî nabe tu bi min re bî. Dê malbata min vegere Barzan û ez malbata xwe wek emanet dispêrim te û tu dê serpereştiya malbata min bikî.
Tevî vê yekê jî, Mela Mistefa ji bapîrê min re dibêje – ku bapîrê min bi xwe ev ji me re got – dê Îdrîs emaneteke mezin di destê te de be.
Ebdulwahid Barzanî pismamê Îdrîs Barzanî: Îcar Mistefa Ebdullah Akreyî hebû ku bi mala Mela Mistefa re bû. Wî ders didan Îdrîs.
Abdullah Akreyî Kadroyê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK): Gava [bapîrê min] dabaşa Îdrîsî dikir digot, Îdrîs ji piçûkaniya xwe vex we mîna kesekî mezin nîşan dida. Pir pabend, jîr û biexlaq bû.
Ebdilmuheymen Barzanî pismamê Îdrîs Barzanî: Li Kerbelayê daxwazeke mal û malbatan hebû…çunke mezinên ku mabûn li Besrayê girtî bûn. Mehkûmî kuştinê bûn. Malbatan daxwaz kir ku yan me bibin Besrayê yan wan bînin Kerbelayê.
Êdî hikûmeta wê demê ya Iraqê qebûl kir ku me hemûyan wek malbat bibe Besrayê.
Bawerê Şêx Silêman Barzanî pismamê Îdrîs Barzanî: Dema ku em çûn Besrayê, şêniyên wê vekirî bûn û tu kîneke wan nebû. Xelkê Besrayê pir dinyadîtir bûn, bi me re çêtir bûn.
Wek mînak, gava merivên me bi cilên kurdî diçûn û dihatin, nedigotn ev kurd e, ev kurd e! Tiştên wiha nedigotin. Tinazên xwe bi me nedikirin.
Ebdilmuheymen Barzanî pismamê Îdrîs Barzanî: Paşê biryar dan ku me veguhêzin Bexdayê. Em çûn Bexdayê. Kekê Îdrîs bi dayika xwe û yên din re bû.
Karwan Cewher Master li Jiyan û Xebata Îdrîs Barzanî: Dema hate Bexdayê, hîna dibistana seretayî neqedandibû. Li Dibistana Mexzûmiyê li E`zemiyê dixwîne. Paşê çû dibistana Xerbiyeyê.
Ebdilmuheymen Barzanî pismamê Îdrîs Barzanî: Gelek caran mamosta digot zimanê vî yê dayikê ne erebî ye. ev [ji zarokên Ereb re] digot. Xwendekarên ereb li hember Îdrîs şermezar dibûn, Îdrîsê rehmetî.
Dr. Roj Nûrî Şaweys hevalê temen ê Îdrîs Barzanî: Ez û Kak Mesûd di polekê de bûn, Kekê Îdrîs li poleke din bû. Mamostayekî me yê erebî hebû, pirsek ji Kak Mesûd kir. Wî bi erebî bersiv da. Got, aferim, lê yekî ji te baştir heye ku di pola din de ye, navê wî Îdrîs e. Got: Ew birayê min e. Got: Tu rast nabêjî. Got: Belê, birayê min e.
Ebdilmuheymen Barzanî pismamê Îdrîs Barzanî: Em hatin wir, qonaxa şoreşê bû, 14ê Tîrmehê, Barzanî vegeriya. Barzanî li wir zarokên xwe ezmûn kirin, nirxandin û derfet da wan. Ez vê ji bo dîrokê dibêjim. Di hilbijartinên xwe de, li ber çav digirt ku bi kêrî xwe û gel û neteweyê xwe bên. Min li wir nirxandina Barzaniyê Nemir hîs kir. Wî Îdrîs hilbijart û Kak Mesûd hilbijart.
Karwan Cewher Master li Jiyan û Xebata Îdrîs Barzanî: Li wir Îdrîs xwendina xwe berdewam kir heta gihişte pola sêyem a navendî. Lê pola sêyem a navendî naxwîne. Ji ber bûyerên ku di sala 1961ê de diqewimin û Şoreşa Îlonê ji wan peyda dibe.
Dr. Roj Nûrî Şaweys hevalê temen ê Îdrîs Barzanî: Di destpêka şoreşê de, wek cihê baweriya serokê kurd ê nemir Mela Mistefayê Barzanî, karûbarên eşîr û malbatê spartibûn Kekê Îdrîs.
Ebdilmuheymen Barzanî pismamê Îdrîs Barzanî: Barê rehmetiyê Kekê Îdrîs di wî temenê ciwan de ku 16-17 salî bû, pir giran bû.
Karwan Cewher Master li Jiyan û Xebata Îdrîs Barzanî: Di meha Îlona 1961ê de şoreşê dest pê kir. Meha 12an bûyerek qewimî… Elî Mistefa Dolemerî heye ku xelkê Lêloke ye. Wî çaxî mala wî li Hewlêrê bû û xanima wî jî bi eslê xwe rûs e. Leyle Biyok behs dike dibêje: Şevekê mêrê min hat – mebesta wê Elî Mistefa ye – û got: Hinek pere û kaxez li ba me hene, Kekê Îdrîs xeber şandiye ku divê tu wan jê re bibî. Gava dibe [Kekê Îdrîs] jê re dibêje: Pêwistiya me bi çi hebû, te ew ji me re anî. Destxweşiyeke zêde lê dike. Bi baweriya min ev yekem karê siyasî yê Kekê Îdrîs e di Şoreşa Îlonê de.
Dengê Îdrîs Barzanî: Zêdetirê 70-75 gundên me ji aliyê hikûmetê ve hatine bombekirin û şewitandin. Ne ji ber tiştekî, tenê ji ber ku hikûmetê daxwaz ji kurdên devera me kir ku bibin beisî, ew jî nebûn û neteweyê xwe parastin.
Dr. Roj Nûrî Şaweys hevalê temen ê Îdrîs Barzanî: Paşê, cenabê Mela Mistefa gazî wî kir ba xwe ku pêwîstî pê hebû beşdarî şoreşê bibe û roleke diyartir di şoreşê de bide wî.
Karwan Cewher Master li Jiyan û Xebata Îdrîs Barzanî: Piştî Peymana 10ê Sibata 1964an, piştî wê jî cenabê [Mela Mistefa] Barzanî şand pey Kekê Îdrîs. Li dorhêla Barzanî ye û karûbaran dispêrin wî. Karûbarên wî fermîtir bûn dema ku sala 1966an baregeha Barzanî hat damezrandin.
Dr. Mehmûd Osman hevxebatê Îdrîs Barzanî: Her duyan bi hev re jê re digotin Baregeha Barzanî. Yanî karê [Mele Mistefa] Barzanî dikirin. Kak Mesûd berpirsê parastin û karê nehênî û hin karûbarên din bû.. Karê wî yê taybet hebû. Kekê Îdrîs jî berpirsê mijarên leşkerî û pereyan (aborî) bû.
Arif Teyfûr Hevxebatê Îdrîs Barzanî: Her du bi hev re diçûn û li bin konekî rûdiniştin. Her kesê dihat seredana wan dikir, her du li jêr çadirî rûniştibûn û çavê wan bi wî kesî diket. Pirs û bersiv pê re dikirin. Paşê çi bixwestina, Kekê Îdrîs birayê mezin bû û ji Kak Mesûd dipirsî ka em çi bikin û çi nekin. Her duyan bi hev re biryarek li ser wî kesî didan. Yanî di vî warî de wek hev bûn, lê ji ber ku Kekê Îdrîs birayê wî yê mezin bû, Kak Mesûd pir rêza wî digirt.
Îdrîs Barzanî: Em hemû rojên hefteyê dixebitin. Zêdeyî 10 rojan e em dixebitin û bi pirsgirêkên gelê xwe re mijûl in. Em bi erkên xwe yên hizbî û şoreşê re mijûl in. Rojên gotarê, ango înê ku li ba me bêhnvedan e, em carinan diçin nêçîrê û carinan jî em diçin dîtina hinek cihên ku me berê nedîtine. Tenê ji bo guhertina hewa û demê. Heta radeyekê jiyana me bi vî rengî ye.
Dr. Şefîq Qezaz hevxebatê Îdrîs Barzanî: Fermandarên hêzan û serkirdeyên pêşmergeyan dihatin ba wî çunke ew berpirsê leşkerî bû. Bi lîsteke pir mezin a daxwaziyan dihatin cem wî - ew li qada şer bûn û pêwîstiya wan bi çek, cebilxane û amûran hebû. Bi wan re rûdinişt û difikirî çawa bikare vê lîsta wan a dirêj ku bê guman pêwîstiya wan pê heye bi şiyana kêm a şoreşê re rave bike û wan bi hev re bigucîne.
Mulazim Xidir Şêwirmendê Leşkerî: Wek dibêjin dor ji %99ê nehêniyên şoreşê li ba Îdrîs bûn, çunke bi hûrgilî mijûlên hûr û girê wan tiştan bû ku Barzanî disport wî.
Nivîskar Kirmanc Îzet Silêman Beg: Kekê Îdrîs di temenê 21 saliyê de serpereştiya yek ji mezintirîn şerên Kurdistanê dike ku Hendirên û Zozik bûn. Di wê heyamê de, di 21 saliyê de cenabê (Mela Mistefa) Barzanî bikare pişta xwe pê girê bide, ku were serpereştiya wî şerî bike û destkeftekê bi dest bixe ku bi rastî heta niha jî dîrok wê roj bi roj nû dike, hîna dijminên kurdan bawer nakin ku kurdan bi tena xwe şerê Hendirênê kirine.
Hawkar Kerîm Heme Şerîf Master li Dîroka Şoreşa Îlonê: Şerê Hendirênê di nav bizava rizgarîxwaza kurdî de li Başûrê Kurdistanê û tevgera çekdarî ya Îlonê de şerekî mezin e.
Karwan Cewher Master li Jiyan û Xebata Îdrîs Barzanî: 1ê gulana 1966an ji ber ku Mulazim Riyaz di nav refên Partiya Komunîst de bû, kesekî bi eslê xwe Ereb bû...li wir dawet dibe, daweta Mulazim Riyaz. Nizanim xemsarî ye yan çi ye, hin pêşmerge daketine xwarê. Êdî hikûmet vê nola derfet dibîne û dest datîne ser beşekî çiyayê Hendirênê.
Nivîskar Kirmanc Îzet Silêman Beg: Ne tenê ji bo ku çiyayên Hendirên û Zozik bigirin. Ew ew artêş û çekdarên ser bi rejîmê bûn û ew amûrên şer ên giran wek firoke û tankan amade kiribûn. Wek şerê dewletekê amade kiribûn.
Dr. Mehmûd Osman hevxebatê Îdrîs Barzanî: Em wê demê li Nawpirdanê bûn. Şer şerekî girîng bû ji ber ku hikûmetê Çiyayê Hendirên girtibû. Divabû em jê bistînin. Êdî Kekê Îdrîs ji ber ku berpirsê leşkerî bû serpereştiya şerî dikir.
Nivîskar Kirmanc Îzet Silêman Beg: Di şerê Hendirênê de Kekê Îdrîs tê cihekî ku 3-5 kîlometreyan dûrî Hendirên û Zozik e. Hatina Kekê Îdrîs bo devera Kospê Spî bo serpereştîkirina li ser Hendirên û Zozik e. Tiştekî pir giring bû û biryareke pir rast a Serok Barzanî bû ji bo avakirina wê serokatiya qadê li wir.
Mulazim Xidir Şêwirmendê Leşkerî: Piştî ku min behsa plana xwe ji Barzanî re kir, geş bû. Got: Xwedê te biparêze. Got: Îdrîs, tu dê ji vir heta Hendirênê pirê çêbikî, çi ji cebilxane, amûr û xwarinê ji wan re pêwîst be, tu dê bigihînî wan. [Îdrîs] got: Belê, ezbenî. Eynî jî wisa bû. Îdrîs xemsarî nekir û pirek ava kir. Çadir jî ji me re şandin jor. Çunke navçeyeke sar bû û havîn û zivistanê berf lê heye.
Îdrîs serpereştyarê Zozikê bû jî. Serpereştyarê Gerûyê Omer Axa bû. Şerek li wir qewimî giha asta bikaranîna çekên spî jî. Sê li ser çarê Zozik di destê hikûmetê de bû, ji bilî lûtkeya wê.
Hawkar Kerîm Heme Şerîf Master li Dîroka Şoreşa Îlonê: Di roja 12ê mehê de, ango piştî dor 10 rojan, serkeftineke pir mezin li Çiyayê Hendirênê hat bidestxistin.
Mulazim Xidir Şêwirmendê Leşkerî: Piştî Çiyayê Hendirênê, hemû alavên Lîwaya Çaran ketin destê me. Di wan de malzemeyên bijîjkî, çek û tiştên din hebûn. Me çend dîl jî girtin, me hemû jî birin cem Kekê Îdrîs ku serpereştyarê tevan bû. Serkeftina Hendirênê di pratîkê de her tişt guherî. Di roja sêyem de, şandeke danûstandinan hat û paşê Ebdulrehman Arif bi xwe jî hat.
Dr. Necmedîn Kerîm hevxebatê Îdrîs Barzanî: Dema ku ew serkeftin li Hendirênê pêk hat, tavilê Evdilrehman Bezaz ku wî çaxî serokwezîr bû derket ser televizyonê û got em bi her kesekê re li hev bikin, heta pêşmergeyek li çiyê mabe, dê ev pirsgirêk her bimîne. Êdî bi cenabê (Mela Mistefa) Barzanî re dest bi gotûbêjan kirin.
Fazil Mîranî hevxebatê Îdrîs Barzanî: Piştî wan serkeftinan, Ebdilrehman Bezaz daxuyanî weşand ku pir zêdetir ji daxuyaniya danûstandina 1964an tiştê tê de hebûn ji bo pirsa Kurd.
Hawkar Kerîm Heme Şerîf Master li Dîroka Şoreşa Îlonê: Di encama wan şikestinên ku artêşa Iraqê tûşî wan hat, danûstandinê dest pê kir û em dibînin ew peyman jê peyda bû ku di 11ê Adara 1970ê de hat kirin ku di dîrokê de bêtir wek Beyan-Daxuyanî tê naskirin. Lê peymanek li navbera şoreşa Kurdistanê û hikûmeta Iraqê bû. Ev belgeyeke mezin e ku bo cara ewil e piştî destûra demkî ya sala 1958an rejîma Iraqê mafên neteweyî yên kurdan nas dike û qonaxeke nû ya tevgera rizgarîxwaza kurdî dest pê dike.
Karwan Cewher Master li Jiyan û Xebata Îdrîs Barzanî: Sala 1970, bi beşdariya di gotûbêjên peymana dîrokî ya 11ê Adara 1970 ku şeş mehan dom dikin, sê mehên nehênî û sê mehên eşkere, hêla siyasî ya (Îdrîs Barzanî) bi tevahî derdikeve holê.
Hevxebatê Îdrîs Barzanî Dr. Mehmûd Osman: Carekê em diçûn, carekê ew dihatin. Wiha bû. Dema ku ew dihatin Nawpirdanê Mela Mistefa bi xwe amade dibû û serokê tevaya karan bû. Lê gava em diçûn Bexdayê, carinan heger tiştên pir giring hebûna, Kekê Îdrîs û Kak Mesûd jî bi me re dihatin. Ew jî wek şandê bûn. Em bi hev re bûn û ew jî bi me re rol dilîstin û em li ser her tiştî dişêwirîn. Bi rastî hebûna wan jî pir giring bû çunke lawên Mela Mistefa ne û hikûmetê jî dixwest têkiliya wê bi Mela Mistefa re hebe.
Dr. Roj Nûrî Şaweys hevalê temen ê Îdrîs Barzanî: Kekê Îdrîs endamekê çalak ê şanda danûstandinan li Bexdayê bû. Şanda ku di encamê de giha peymana adarê ku heta niha destkefta herî mezin bû ku gelê kurd bi dest xistibe.
Dr. Mehmûd Osman hevxebatê Îdrîs Barzanî: "Êvara roja 11ê Adarê, Ehmed Hesen Bekir daxuyanî di radyo û televizyonê de xwend. Min jî wek serokê şandê nameya Mela Mistefa xwend. Dotira rojê, dema em çûn Meydana Tehrîrê ku aheng lê hebû, Ehmed Hesen Bekir axivî û ez jî axivîm. Piştre, wî û Sedam bi qest xwestin destên Kekê Îdrîs û Kak Mesûd bilind bikin, ji ber ku ew lawên Mela Mistefa ne. Da bêtir şênber bikin û bibêjin Mela Mistefa jî bi me re ye û hevkar e. bi vî rengî bû.
Hoşyar Zêbarî hevxebatê Îdrîs Barzanî: "Peymana 11ê Adarê ya dîrokî, cara yekemîn bû ku yek ji kurên Barzaniyê Nemir were navçeya Behdînanê. Seredaneke dîrokî bo Mûsil, Şingal, Dihok, Amêdî, Zaxo, Akrê û Şêxanê kir. Wê demê xelk eqasî tî bûn ku wî bibînin."
Fazil Mîranî hevxebatê Îdrîs Barzanî: "Kongreya heştan ku piştî 11ê Adarê bû, Kekê Îdrîs bi awayekî ji awayan terazûya kongreyê ragirt û livînerê kongreyê bû."
Ebdilwahid Barzanî pismamê Îdrîs Barzanî: "Me Îdrîs û Mesûd her du jî kirin endamên komîteya navendî. Hemûyan bi hevdengî dengê xwe dane wan ji ber ku her du hevkar bûn. Bi rastî, her du bi hev re pir çalak bûn, hevkariya bavê xwe dikirin û wek destê wî yê rastê bûn."
Hawkar Kerîm Heme Şerîf Master li Dîroka Şoreşa Îlonê: "Dema Hemdan Tikrîtî di bîranînên xwe de qala Peymana Adara sala 1970 dike, dibêje me bi awayekî tektîkî ew gav avêt da em bikarin xwe berhev bikin û piştevaniyeke zêdetir peyda bikin û em bêtir di warê leşkerî de xwe birêxistin bikin û paşê xwe jê vekişînin. Bi rastî jî wiha kirin."
Îdrîs Barzanî: Dema ku Peymana 11ê Adar hat îmzekirin, Mela Mistefa bi nêteke paqij îmze kir. Dema piştî Peymana 11ê Adarê bi dor meh û nîvê baregeha me li Mûsilê armanc girtin, me di wê demê de hest kir ku divê em xwe biparêzin û ji destê hikûmetê hişyar bin.
Karwan Cewher Master li Jiyan û Xebata Îdrîs Barzanî: "Çend bûyer li nik me hene ku yek ji wan şeva 6 li ser 7ê kanûna pêşîn a 1970 li Bexdayê qewimî dema ku hewl dan Kekê Îdrîs teror bikin."
Îdrîs Barzanî: Em mafdar jî bûn. Hişyariya me rast bû û diyarkirina wê dirust bû. Paşê tiştê dawî jî ew bû ku em çûn Bexdayê da em bi helkefta Cejna Remezanê pîrozbahiyê li serokkomar û hikûmetê bikin. Gava em çûn wir, hinek dost bi min re bûn wek Hemîd Berwarî û kekê Mihemed Ezîz û çend hevalên din. Birûskenameyek gihişte min ku divê zû vegerim ji ber ku karê wan li vir bi min hebû. Roja ku min biryar da vegerim, ez saet 3ê piştî nîvro ji Bexdayê derketim. Min ji hikûmetê re negot ez diçim. Ez hatim Kerkûkê da bême Hewlêrê û ji wir herim Gelaleyê. Hevalên me yên ku li wir man, man da ku hin karên ku min li dû xwe hiştibûn bişopînin. Bi şev dema ji baregeha (rojnameya) Teaxiyê vedigerin otêlê, hikûmetê komek ji hêzên ewlehiyê pêk anî û rê li wan girt, û dor saet 12ê şevê ew dan ber gulleyan û kekê Hemîd Berwarî birîndar bû û heta niha jî ji lingan ketiye.
Karwan Cewher Master li Jiyan û Xebata Îdrîs Barzanî: "Piştî ku Kekê Îdrîs çend caran seredana Îranê kir û berpirsên Îranê dîtin, daxwaz kir ku divê Amerîka destwerdanê bike û alîkariya me bike."
Hoşyar Zêbarî hevxebatê Îdrîs Barzanî: "Sala 1972, bi Dr. Mehmûd Osman re seredaneke giring bo Amerîka kir. Gelek tişt li wir li ser hatin avakirin."
Dr. Mehmûd Osman hevxebatê Îdrîs Barzanî: "Ez û Kekê Îdrîs çûn. Gava em çûn, têkiliyên me hemû bi CIA, Wezareta Derve û Wezareta Berevaniyê re bûn. Lê nehênî bûn, pir nehênî bûn. Êdî wê pêwendiya nehênî ji wir dest pê kir."
Dr. Şefîq Qezaz hevxebatê Îdrîs Barzanî: "Ez nûnerê şoreşê bûm. Ji 1965 heta 1973 ez (li Amerîka) nûnerên şoreşê bûm. Dema ku ew hatin haya min ji vê nîne. Ev bi awayekî pir nehênî bû. Kissinger ji Tehranê hatibû û ew hatibûn wir. Li wir bi wî re civiyan. Bi Helmiz û hin û hinên din ên hikûmeta amerîkî re da vê mijarê bi wan re gotûbêj bikin. Yek ji mercên sereke parastina nehêniyê bû."
Hoşyar Zêbarî Hevxebatê Îdrîs Barzanî: "[Ew seredana Amerîka] bû bingeha têkiliyên ku paşê çêbûn piştî îxaneta Peymana Cezayîrê. Ev ma û me ew mîna çekekê dijî Amerîka û birêvebiriya Amerîkayê bi kar anî ku we çawa dev ji dost û hevalbendên xwe berda."
Dr. Necmedîn Kerîm Hevxebatê Îdrîs Barzanî: "Rast e temenê wî pir ciwan bû, lê ezmûneke wî ya herî mezin hebû. Tu bi Mela Mistefa re bî û van tiştan hemûyan bibînî, wek şandên cuda û danûstandina bi hikûmeta Iraqê re, bi Sedam re û bi Ehmed Hesen Bekir re û tu di hemûyan de bî."
Hawkar Kerîm Heme Şerîf Master li Dîroka Şoreşa Îlonê: "Piştî ku hikûmeta Iraqê xwe di warê şiyanên leşkerî û peydakirina hinek piştgiriyê de pir xurt kir, lewma em dibînin ku otonomiyeke ji ya 11ê Adarê pir kêmtir da û xwe ji mijarên ku têkildarî navçeyên Kerkûkê bûn paşve kişand. Lewra biryar da ku hikûmet dixwaze vê yekê bide we, heger hûn razî bibin baş e, yan na dê şer dîsa dest pê bike."
Îdrîs Barzanî: Niha têkiliyên me bi hikûmeta Iraqê re ne baş in. Ji ber ku bi rastî çend xalên sereke yên Peymana 11ê Adarê nehatin çareserkirin. Hîna navçeya kurdî nehatiye diyarkirin. Serjimêrî nehat kirin. Naveroka birêveberiya xweser ku pêwîst e ji bo gelê kurd bê cîbicîkirin, em heta niha bi hikûmeta Iraqê re li ser negihane encamekê. Ev in ew xalên sereke ku gelê kurd hewl dide bi xwe wan cîbicî bike. Heta ev neyên kirin, eşkere ye ku dê têkilî baş nebe.
Dibêjin gotûbêj di navbera nûnerên tevgera kurdî, şoreş û partiyan û hikûmetê de hene. Lê heta niha em tiştekî erênî ku em pêşbînî bikin dê pirsgirêka me çareser bike nabînin.
Karwan Cewher Master li Jiyan û Xebata Îdrîs Barzanî: "Heta em digihin adara 1974an, di 8ê adara 1974an de bi yaweriya şandekê ku ew bi xwe serokatiya wê dike diçe Bexdayê û bi Sedam Hisên re dicive."
Hoşyar Zêbarî Hevxebatê Îdrîs Barzanî: "Barzaniyê Nemir bi hemû hêza xwe hewl da ku şerê 1974an neqewime. Ji Îdrîs xwestin ku here Bexdayê û Sedam bibîne. Tê bîra min ku wê demê tevahiya malbatê dikir şînê girê bide ku Îdrîs venagere. Sedam gotineke navdar kiribû dema gotibû, ji bavê xwe re bibêje ez neçar im dev ji parçeyekî welat berdim da ku ez hemû welat biparêzim. Merema wî ew bû ku ewî Şetul Erebê radestî Îranê bike. Ev jî bû sedema hemû bêtarên ku Iraq paşê di wan re derbas bû."
Karwan Cewher Master li Jiyan û Xebata Îdrîs Barzanî: "Bersiva Kekê Îdrîs jî navdar e. Jê re dibêje: Wiha baştir e xwe ne ji biyaniyan re, lê xwe ji gelê xwe re kêm bike. Çimkî heger tu wiha bikî, tu dê baweriyê di nav gelê xwe de ji dest bidî. Lewma baştir e tu wiha nekî û li biryarên xwe vegerî."
Îdrîs Barzanî: Tu danûstandinek ne bi eşkere û ne bi dizî bi hikûmeta Iraqê re nîne. Ez ne di wê baweriyê de me ku em bikarin di vê demê de danûstandinan bikin.
Arif Teyfûr Hevxebatê Îdrîs Barzanî: "Di 6ê adara 1975an de, Iraq û Îranê li ser wê yekê li hev kirin ku ji wê rojê û bi şûn de êdî Îran alîkariya pêşmerge û tevgera kurdî neke."
Karwan Cewher Master li Jiyan û Xebata Îdrîs Barzanî: "Roja 7ê adarê, di nameya ku di pirtûka cenabê serok (Mesûd Barzanî) de tê qalkirin û teksta destnivîsa wê jî tê de cih digire, xuya ye Kekê Îdrîs rojekê jê re behs dike, dibêje: Ez sibehê rabûm, min dît tên ku topên Îranê ku li navçeyên Hacî Omeranê bûn paşve dikişînin. Dibêje: Min ji efser pirsî ev çi ye? Got: Ferman ji me re hatiye ku divê em wan topan paşve bikişînin. Diyar e bi awayekî pir bedew bersiva wî dide û dibêje pir baş e. Ger em nikaribin bi rûmet bijîn, em dikarin mirineke birûmet hilbijêrin."
Nivîskar Kirmanc Îzet Silêman Beg: "Behs dike ku piştî têkçûna Şoreşa Îlonê Kekê Îdrîs çawa di nav livûtevgerê de bû û xwe radest nedikir. Kekê Îdrîs li wir (Îran) hertim li jêr çavdêriyê bû, lê ji bo zindîkirina şoreşê dixebitî."
Nivîskar û Wergêr Firyad Barzanî: "Dema ku em gihîştin Îranê, rehmetiyê Îdrîs pêşwaziya wî cemawerî dikir. Hinek ji wan li ser bajaran dihatin belavkirin û hinek jî ber bi Nexede û kampan ve dihatin birin. Rehmetiyê Îdrîs li wir kesek destnîşan dikir ku serpereştiya kar bike."
Dr. Roj Nûrî Şaweys Hevrêyê Temen ê Îdrîs Barzanî: "Li ser kampan digeriya û yeko yeko mirov didîtin. Li ber dilê wan dida û hêvî ji wan re dirust dikir ku rast e şoreş rastî têkçûnekê hatiye, lê dê zindî bibe û dirust bibe."
Dr. Kemal Kerkûkî Hevxebatê Îdrîs Barzanî: "Fermandarên Şoreşa Îlonê ku niha di kampan de bûn, bi rêyeke xwe ya taybet hin mirov dişandin ba wan. Ew diçûn Kerecê û li wir bi awayekî herî nehênî ew didîtin."
Fazil Mîranî Hevxebatê Îdrîs Barzanî: "Em, ev elîta ji kadroyên pêşkeftî, bi serkirdatiyên kevin re rûdiniştin da em nirxandinekê ji têkçûna 1975an re pêk bînin. Ji hingê ve, me zanîbû ku dê nêrînên hevdij li ser sedemên navxweyî û objektîf ên têkçûnê derkevin holê."
Felakedîn Kakeyî Heval û Hevxebatê Îdrîs Barzanî: "Digot jî ku em xwediyên têkçûnê ne. Her kes dibêje Barzanî ne, erê bila bibêjin, em berpirsyariya wê digirin ser xwe. Em Barzanî ji her tiştî berpirsyar in. Wî ev yek venedişart û ji ciwanan re digot erê, em serkirde bûn. Em ji serkeftin û têkçûnan jî berpirsyar in."
Mehmûd Mihemed Hevxebatê Îdrîs Barzanî: "Tiştê ku min jê bihîstiye û di civînan de behs kiriye, qala wê yekê dikir ku divê kurd fêm bikin ku dibe ku ji niha û bi şûn de partiyek bi tenê nikaribe nûnertiya hemû kurdan bike, ji ber ku xelk li ser fikrên cuda cuda dabeş bûne. Lewma pêwîst e em qebûl bikin ku divê qada siyasetê qadeke vekirî be."
Siyasetvan Fereydûn Ebdilqadir: "Kevoka aştiyê bû. Peyayê aştiyê bû. Ne mirovê dubendî, gurrkirin û tûjkirina nakokiyan bû."
Dr. Roj Nûrî Şaweys Hevrêyê Temen ê Îdrîs Barzanî: "Kekê Îdrîs bi xwerista xwe mirovekî kurd ê neteweperwer bû. Îcar dema tu dibêjî neteweperwerê kurd, ango wî cudahî di navbera kurdên Iraq, Îran, Tirkiyê û Sûriyê de nedikir. Di nava her parçeyekî de jî, wî tu kurdek ji kurdekê din cuda nedikir. Hertim merema wî ew bû ku kurd yekparçe û yekdeng bin, bizanin çi dixwazin, armanc û berjewendiyên wan çi ne û çawa digihêjin wan."
Felakedîn Kakeyî Heval û Hevxebatê Îdrîs Barzanî: "Di qada Kurdistanî de, heta tu bibêjî pir û pir neteweyî bû. Hizira damezrandina Kongreya Neteweyî hizira wî bû, ku ji 1982an ve û heta niha nehatiye bicihanîn. Wê demê ev fikra wî hebû. Ez di pêwendiyan de bi wî re bûm."
Karwan Cewher Master li Jiyan û Xebata Îdrîs Barzanî: "Ji 1975an û bi şûn de, herî zêde fişara SAVAKa Îranê li ser Kekê Îdrîs bû ji bo ku bi tu hawî rê nedinê ew tu livûtevgerên siyasî bike."
Dr. Necmedîn Kerîm Hevxebatê Îdrîs Barzanî: "Tê bîra min dema ku yekemîn daxuyaniya Serkirdayetiya Demkî derket. Em hîna li Kerecê bûn. Nûnerê SAVAKê ku bi me re di têkiliyê de bû, kesekî bi navê Axayê Mubînî bû. Daxuyaniya Serkirdayetiya Demkî bihîstibûn an bi xwe re anîbû, nayê bîra min; got: Ha eve ye. Behsa pêşverû, Marksîst, Lenînîst û yên din dikir. Êdî wek tiştekî ku çawa çêdibe ev wiha bikin. [Kekê Îdrîs] got, tevî tiştê we kiriye, lê jixwe gelê me dev ji xebatê bernade. Gelê me wê têkoşîna xwe bidomîne û dê ev tişt jî bibin. Lê we ev yek bi me kir û we em hemû anîne Îranê Lê yên din hene ku bi wê rêyê bawer dikin û li ser wê didomînin."
Roj Nûrî Şaweys Hevrêyê Temen ê Îdrîs Barzanî: "Yek ji kesên ku roleke wan a sereke di avakirina Serkirdayetiya Demkî û komkirina kadroyan û di helwesta şandan a dîtina biwarekê ji bo nûkirina tevgera şoreşgerî ya Kurdistanê de hebû Kekê Îdrîs bû."
Asim Mayî Pêşmergeyê Kevin: "Piştî ku sala 1975an şoreş têkçû û şêniyên vir ber bi Îranê çûn, tevî ku rêjeyeke zêde li vir ma û rêjeyeke kêm çû Îranê, lê di nav ên ku çûn Îranê de kadroyên leşkerî yên dilsoz û rêxistinên wan hebûn. Dijmin ji her alî ve zext dikir, xasma li Îranê ji aliyê SAVAKa Îranê ve. Kekê Îdrîs karî morala gel bilind bike. Wî hin kadro bi dizî şandin devera liqa yekê, wek Ehmed Şane Berwarî, Erîf Yasînê Doskî Jûrû, Weysî Balî û Mistefa Nêrweyî. Ev bûne piştgirî û belgeyeke mezin jibo rêxistinên PDKê li bajar û gundan ku tîn û germiyeke zêdetir çêbikin û karên xwe bikin."
Behram Barzanî Pêşmergeyê Kevin: "Biryara mala Barzan bû ku Kak Mesûd bi Barzanî re here derve û Kak Mesûd serpereştiya rêxistinên Ewropa û Amerîka û wan deran bike û Kekê Îdrîs bimîne û serpereştiya rewşa penaberan û Serkirdatiya Demkî bike."
Karwan Cewher Master li Jiyan û Xebata Îdrîs Barzanî: "Di wê rewşê de tu bikarî alîkariya pêşmergeyan bikî û tu pêşmerge û kadroyan bişînî û tu wan livûtevgerên siyasî bikî, bi rastî ev ji bilî wêrekiya Îdrîs ne tiştekî din e. Îcar tikîtenê jî li Îranê ma. Hemû endamên Serkirdatiya Demkî li derve bûn. Yan li Ewropayê bûn an jî wek Cewher Namiq û Kekê Kerîm û yên din li deverên rizgarkirî man. Kesê tikîtenê ku li Îranê ma û alîkariya pêşmergeyan kir Kekê Îdrîs bû."
Asim Mayî Pêşmergeyê Kevin: "Kekê Îdrîs birûsknameyek bi erebî nivîsîbû, ji Begê Çelî re şand û da Mihemed Xalid Bûselî ku pêşmergeyekî kevin e. Wî jî ew bir gundê Binawê û radestî Salih Mela Elî kir, rehma Xwedê lê be, êdî nemaye. Wî jî anî da Şehîd Elî li navbera Çiyayê Mayî û Binawê. Naveroka birûsknameyê bi awayekî pir balkêş nivîsîbû. Dîroka wê 02.08.1975 bû. Raberî rêxistinên Dihok û Neynewayê kiribû û silav û rêz ji hemû alîgirên PDKê re şandibû û gotibû, bi îzna Xwedê dê serkeftin a gelê me be. Ev ji bo rêxistinan motîvasyoneke mezin bû. Êdî rêxistin li navçeya Berwar û Dihokê heta Mûsilê belav bûn. Tew carina digihan Bexdayê jî. Piştre mefrezeyên leşkerî jî hatin. Ev yek ji wan rêxistinên navxweyî re bû piştevaniyek ku germ û coştir bin û karên xwe yên navxweyî jî bikin.
Nivîskar û Fotografer Beroj Akreyî: "Tê bîra min Barzanî berî Newrozê wefat kir. Li wir, Kekê Îdrîs tê bîra min, li Kerecê ew hemû mirov li dora wî civiyane. Du sê wêneyên min hene. Min li derve, li hewşê girtin. Gelek kes bûn. Kak Îdrîs tê bîra min. Cara yekem bû min didît riha wî hinekî hatibû, lê pir perîşan bû, pir perîşan bû. Lê dîsa bi hişyarî û miqatebûna xwe diçû û dihat. Lê rewşeke wiha bû, te dizanîbû ku ne li vir e û mejiyê wî li dereke din e. Paşê dema ku cenaze ber bi Şinoyê ve hat, em çûn. Li meydana Şinoyê, qadeke futbolê hebû. Li wir otomobîlên agirkujiyê anîbûn. Helbet gelek gelek kes hebûn. Wêneyekî min heye. Gelek kes bûn. Li bîra min e ez çûm. Kekê Îdrîs û Kak Mesûd çûn ser otomobîlê, otomobîla agirvemirandinê. Rawestiyan û diaxivîn. Dema ku cenaze anîn, hinek wêneyên min hene, ku ne şaş bim wêneyê tikîtenê yê Kekê Îdrîsê ye ku dike li pêşiya tabûtê bigirî…"
Mehmûd Mihemed Hevxebatê Îdrîs Barzanî: "Veşartina cenabê Barzanî, dema ku ji bo dotira rojê hat xwestin ku daxuyaniyek bê eşkerekirin, Kak Mesûd hat û axivî. Hinek kes li wir hebûn dixwestin Îdrîs were û ji wan re bipeyive. Hat û got gotina ku Kak Mesûd gotiye, li ser navê me hemûyan axiviye û hewce nake em biaxivin…"
Ji kerema xwe...dê Kekê Îdrîs jî ji we re biaxive, ji kerema we..
Îdrîs Barzanî: Birayên delal, me wiha hilbijart ku Kak Mesûd li şûna me hemûyan bipeyive, li ser navê hemû malbata me biaxive û hemû mebesta me jî ew bû ku van çend rojên ku me we dît, ew hest û biratî, tiştê ku we kir ji bo xatirê teşeya cenazeya Barzanî û nîşandana hestê nexweşî û xemgîniya we, tu kes ne qasî min e, ez bikarim spasiya we bikim. Xwesteka min û lavaya min ji Xwedê jî ew e ku rêyeke baş û rêya biratiyê, rêya yekîtiyê û rêya hevkariyê bide me û înşela em li ser wê rêyê bibin birayên hev û em bikarin mafên gelê xwe bistînin û alîkariya mafên hemû gelên hejar li dinyayê bikin..ez naxwazim gotinên ku Kak Mesûd gotin ducar bikim. Careke din, ez ji dil û can û li ser navê me hemûyan gelekî spasiya we dikim. Em pir û pir spasiya we dikin. Em di wê baweriyê de ne ku Barzanî qet nemiriye û namire jî. Em soz û peymanê jî nû dikin ku em ê bi hewl û hêza Xwedê û bi hevkarî û dilsoziya we û gelê kurd li her derê, berdewam bikin heta rêbaza wî sergihayî bibe. Êdî bi xatirê we û Xwedayê mezin me hemûyan biparêze.
Fazil Mîranî Hevxebatê Îdrîs Barzanî: "Di kongreya nehan de gotin: Hûn, behsa mala Mela Mistefa kirin, got we têkçûnek radestî me kir, welle negotin têkçûn jî lê gotin binkeftinek, lê va em şoreşekê radestî we dikin. Kekê Îdrîs çû ser dikê û got: Me hemûyan binkeftinek radestî miletê kurd kir. Îro miletê kurd û Kurdistanî şoreşekê teslîmî me dikin. Heger ne ji nameyên Mela Mistefa bûya, ne ji nameyên me bûya û ne ji dostên me li Kurdistana Tirkiyê, Sûriyê, Libnan û Îranê bûya. Ev şoreş a wan e. Lewra divê em hemû rêza miletê xwe bigirin û spasiya miletê xwe bikin. Heger hûn nameyan jî bixwînin, destê xwe vekir û got berîkên min bi nameyan dagirtî ne, ma ez hemûyan derxim, ev bi kêfa we ye."
Hevxebatê Îdrîs Barzanî Hoşyar Zêbarî: "Nakokî di kongreyê de eşkere bû û derket pêş. Ez beşdar bûm. Ez endamê kongreyê bûm ku çawa di encamê de Kekê Îdrîs axivî, ku kongre biryarê dide hûn biryarê nadin. Endamên kongreyê bi awayekî demokratîk û hizbî hatine. Ne hûn, lêbelê ew di kongreyê de xwedî biryar in. Ev gotina wî hê li bîra min e. Hewl didan vê derzê dirust bikin. Cudahiyê li navbera Kekê Îdrîs û Kak Mesûd çêbikin."
Mehmûd Mihemed Hevxebatê Îdrîs Barzanî: "Li ser ka dê kî bibe serok pirsgirêk dirust bibe yan na, lê hewldan ew bû ku PDK bimîne û rêbaza Barzanî bimîne."
Arif Teyfûr Hevxebatê Îdrîs Barzanî: "Di civîneke polîtbîro û serkirdayetiya demkî de. Di civînê de me biryar da ku Kak Mesûd here bi malbata xwe re, Kekê Îdrîs û Kekê Şêx Mihemed Xalid û hin kesên din ên malbatê, desteyeke wan heye, here û bi wê desteyê re bicive û piştî mirina Mela Mistefa ew kî baş bibînin ku bibe serokê me, kî dibe bila bibe em ê qebûl bikin."
Ebdilmuheymen Barzanî Pismamê Îdrîs Barzanî: "Bi ciddî nêrîna Kak Mesûd wiha bû ku divê Kekê Îdrîs bibe serokê PDKê. Her du yek kes di du laşên cuda de bûn. Lê her duyan Mela Mistefayek dirust kiribûn..jixwe ev yek bû sedema serketinê."
Fazil Mîranî Hevxebatê Îdrîs Barzanî: "Awayek ji reftara biratiyê min kêm caran di nav birayan de dîtiye. Cenabê Kak Mesûd rojekê mîna serok bi Îdrîs re tev nedigeriya. Îdrîs jî ewqas rêza wî digirt mîna serokê partiyê lê dinihêrt. Axir ev belgeya perwerdeyekê ye."
Karwan Cewher Master li Jiyan û Xebata Îdrîs Barzanî: "Kekê Îdrîs dibe endamê polîtbîro û berpirsê leşkerî û berpirsê têkiliyên giştî. Li wir bi şahidiya Felekedîn Kakeyî dibêje yek ji biryarên kongreyê ew bû ku Encûmena Niştimanî ya Kurdistanê were avakirin, ne tenê Başûrê Kurdistanê lêbelê endamên hemû parçeyên din ên Kurdistanê jî di wê encûmenê de hebin. Lê mixabin, ew dibêje, ji ber pêşhatên siyasî ku qewimîn û derketina şerê Iraq û Îranê ew tişt beravêtî bû. Heke na, ew dibêje, hizira Îdrîs ev bi xwe bû."
Behram Şêrwanî Pêşmergeyê Kevn: "Ji me re got 100 kesî bibin, got ez we dişînim ji ber ku Sedam Hisên gotiye ava Dicle û Firatê li mala Barzanî heram e û hûn ê bersiva Sedam bidin. Hûn ê herin û derbeke tund lê bidin. Piştî lêkolîn, tektîk û plandanînê hûn ê gurzeke wiha biweşînin ku Bexda pê biheje."
Fazil Mîranî Hevxebatê Îdrîs Barzanî: "Çi xebateke neteweyî heba, Îdrîsê rehmetî dixwest heger bikaribûya alîkariya wan bike û rê nîşanî wan bide û heger bikare wek mînak heger li wan qewimî, li ber dilê wan bide."
Hoşyar Zêbarî Hevxebatê Îdrîs Barzanî: "Dîplomatekî realîst bû. Realîte çawa bûya wiha pê re tev digeriya. Nêrîna xwe vekirî digot û diyar dikir berjewendiya me di wê qonaxê de di çi de ye. Ango dîplomatekî pragmatîk bû, ne îdeolog bû. Xwediyê helwesta siyasî ya pêşwext bû. Bi rastî vekirî bû. Bi komunistan re tev digeriya, bi îslamiyan re tev digeriya, bi PSOKê re tev digeriya, bi hemî aliyên din re tev digeriya."
Fazil Mîranî Hevxebatê Îdrîs Barzanî: "Alîkar û sitargeha Kajîkên Silêmaniyê, ku çavkaniya wan Silêmanî bû, rehmetiyê Kekê Îdrîsê nemir bû. Lewra Kajîkên Silêmaniyê digotin ku Kekê Îdrîs KAJÎK e. PASOKiyan jî digot ku Kekê Îdrîs PASOKî ye."
Roj Nûrî Şaweys Hevxebatê Îdrîs Barzanî: "Kekê Îdrîs bi xweristî wek kurê Mela Mistefa ji pêşmergeyan hez dikir û dizanîbû ku gelek hewcedariyên pêşmergeyan hene. Her pêşmergeyek bihata cem wî û daxwaza her tiştekî jê bikira yan her pirsgirêkeka wî hebûya, heta jê dihat hewl dida jê re çareser bike."
Fazil Mîranî Hevxebatê Îdrîs Barzanî: "Hevalê hevalên xwe bû. Tu carî dev ji dostên xwe bernedida. Ango li dîroka ku ez bi wî re bûm û me bi hev re kar kir, kesê ku dilsoz bûye û wefadarî jê dîtiye û piştgiriya wî kiriye, di hemû rewşan de pişta wî bernedida."
Roj Nûrî Şaweys Hevxebatê Îdrîs Barzanî: "Min gelek caran dît ew mîna pilingekî berevaniya dost, heval û derdora xwe dike. Li hember tu berpirsekî mezin ê wan dewletan dudil nebûye û nêrîna xwe eşkere gotiye. Rojekê ji rojan ji prensîba xwe nehatiye xwar û prensîba wî tenê û tenê kurdayetî bû."
Qadir Helo Serkarê Mala Îdrîs Barzanî: "Dema Kekê Îdrîs diaxivî, pir li ber çavê mirov şîrîn dibû. Heger xemeke nola çiyayekî di dilê kesekî de hebûya, gava dihat cem Kekê Îdrîs xema wî nedima. Şîrîn bû, axaftina wî xweş bû. Tu jê têr nedibûyî. Mirovekî aram û bêhnfireh bû. Heger Kekê Îdrîs di rêyekê de derbas bibûya û zarokek bidîta, dikarîbû saetekê bi wî zarokî re biaxive, heta nas nekira kurê kî ye, meviyê kî ye û ji ku derê ye pêsîra wî bernedida."
Dr. Naznaz Mihemed Mela Qadir Hevxebata Îdrîs Barzanî: "Bi giştî pir rêza jinan digirt. Ango gava dihate mala me, dema diçû malên din, bi awayekî pir taybet hesabê me digirt. Ne ji wan mêran bû ku dijî amadebûna jinan li meclisên mêran e. Lewma bixêrhatina me dikir û bi germî li hal û rewşa me dipirsî. Hertim kêfa wî ji rûniştina bi wan re dihat."
Kurdistan Pîrdawid Hevxebata Îdrîs Barzanî: "Hertim pir giringî dida jinan û digot, rast e ez Îdrîs im, lê ez kesek im ku dayika min jin e, hevjîna min û zarokên min jin in. Îro ku ez piştevaniya pêşketina jinan nekim, ez çawa dikarim bihêlim malbata min pêş bikeve."
Dr. Naznaz Mihemed Mela Qadir Hevxebata Îdrîs Barzanî: "Tişta ku min ji reftara Nazdar xanimê hest pê dikir, ji vegotina hinek bûyerên rojane yên piçûk ku qala wan dikir, min hîs dikir ku ew her du pir heval in û bi hev re rojname û kovaran dixwînin. Wî çaxî bêhtir radyo dihat şopandin. BBC, Monte Carlo û yên din dişopandin. Dema em rûdiniştin Nazdar Xanê digot, me îro bi hev re bihîst ku BBC wiha gotiye. Li ser bûyerên siyasî nîqaş dikirin, jineke pir bêqisûr û têgihiştî bû."
Kurdistan Pîrdawid Hevxebata Îdrîs Barzanî: "Deriyê wî li ber her kesî vekirîbû. Erê, bi her hawî alîkar bû. Darayî û moralî. Alîkariya her kesî dikir. Pêkan bû her tiştê li ba xwe bida xelkê û tiştek ji xwe re nehişta. Fêde nekira. Hezkirina wî ji wê yekê dihat ku wî cudakarî nedixist nav xelkê."
Ebdilmuheymen Barzanî Pismamê Îdrîs Barzanî: "Kekê Îdrîs di alîyê oldariyê de, ehlê tesewifê bû. Baweriyeke wî ya pir xurt hebû û îmana wî ne tenê bi dev bû, kêm behs dikir, lê di pratîkê de dişopand."
Qadir Helo Serkarê Mala Îdrîs Barzanî: "Kekê Îdrîs şiroveya Quranê bi tevahî ezber kiribû. Dema ku Kekê Îdrîs diaxivî, heka çar gotin bigota gotina pêncan ayeteke Quranê yan jî helbesteke Şêx Ehmedê Cizîrî ji me re dixwend. Hemû helbestên Hêmin, Hejar, Şêx Ehmedê Cizîrî, Pîremêrd û yên dîtir ezber kiribûn."
Fazil Mîranî Hevxebatê Îdrîs Barzanî: "Gelek helbestên îrfanî ezber kiribûn. Ez dikarim bibêjim ku wî hemû helbestên Baba Tahirê Uryan ezber kiribûn. Ango her mînakek derketa pêş, nimûneyek ji helbesteke wî digot."
Nivîskar û Wergêr Firyad Barzanî: "Rojekê, em bi hev re ji Kerecê vedigeriyan Rajanê. Li wir dest bi xwendina helbestan kir, sond bi xwîna şehîdan, heta Rajanê. Lê wî hemû helbestvanên kurd ên klasîk nas dikirin. Dizanibû Ehmed Muxtar Beg kî ye. Çend malikên Ehmed Muxtar Beg ezber kiribûn. Nalî û helbestên wî nas dikirin. Wî hemû helbestvanên kurd nas dikirin."
Ebdilwahîd Barzanî Pismamê Îdrîs Barzanî: "Gelek caran dema em rûdiniştin, dihat zanîn ku pir ji dîwanên helbestan hez dikir. Dipirsî: Kî ji we çi helbestan dişopîne û ji kî re dixwîne? Tê bîra min wî gelek caran digot:
Newaya mutrib û çengê
Fixan avête xerçengê
Were saqî heta kengê
Neşûyîn dil ji vê jengê
Min jî digot:
Heyata dil meya baqî
Binoşîn da bi muştaqî
Ela ya eyyuhe s-saqî
Edir ke`sen we-nawilha
Bi her hawî, êdî çîrok pir dûr û kûr e û zaf dûrdirêj e. Paşê me dest bi xwendina helbestên Se`dî, Hafiz û Mewlana Celaledînê Romî dikir. Bi rastî pir jê hez dikir û pir ezber jî kiribû."
Kerîm Ehmed Sekreterê Berê yê Partiya Komunîst a Kurdistanê: "Kekê Îdrîs got: Wî ji bo min bihêle. Ez ê bi xwe hewl bidim û bi taybetî herim ba wan, piştî ku wan hemû salan negihiştibûn tifaqekê. Got: Ez ê ji bo damezrandina vê eniyê herim – yekbûna partiyên Kurdistanî. Wê demê Kekê Îdrîs çû û bi erênî vegeriya. Got: Min karî wan îqna bikim ku êdî bes e, divê nakokî di navbera partiyên Kurdistanî de nemînin, divê em bi yek armancê ji bo mafên xwe têbikoşin."
Siyasetvan Dr. Mehmûd Osman: "Kekê Îdrîs qet ji wê pirpartîtîyê, ji wî cureyê pirpartîtîyê hez nedikir. Ew şer û nakokî qet ne bi dilê wî bûn. Di sala 1986an de, dema firsenda rûniştina bi Mam Celal re çêbû, di nîv saetê de li hev kirin."
Siyasetvan Fereydûn Ebdilqadir: "Mam Celal û Kekê Îdrîs li otêlê, ez ne şaş bim Otêla Îstîqlalê bû, hevdu dîtin. Qasî tê bîra min, kekê Fazil Mîranî bi awayekî sereke bi Kekê Îdrîs re bû. Ez jî bi Mam Celal re bûm. Li wir, piştî gotûbêjeke mîna ya birayan, Kekê Îdrîs pir xweş tev geriya."
Fazil Mîranî Hevxebatê Îdrîs Barzanî: "Got: Bila Fereydûn û Fazil Mîranî herin. Me li odeyeke otêlê tiştekî kurt lê baş nivîsî. Welle me got, kerem kin îcar werin û îmze bikin. Divê ez dîrokê wek rastiya wê vebêjim. Mam Celal got: Ezbenî, bi dilê te ye? Min got: Erê welle. Her wiha got: Îcar bi namûsa min ez ê îmze bikim û naxwînim."
Siyasetvan Fereydûn Ebdilqadir: "Êdî me ew li wan vegerand û wan jî bê nîqaş û gengeşe îmze kirin û Kekê Îdrîs ji bo cara yekem bû xwediyê wê rûmetê ku piştî nakokî û hevrikîyê, di sala 1986an de peymanekê îmze bike û ez jî bûm xwediyê wê rûmetê ku tê de beşdar bim."
Fazil Mîranî Hevxebatê Îdrîs Barzanî: "Li mutemer, mutemerê Nesr Şeibil Iraqî ku meha 12an a sala 1986an bû, em çûn kongreyê. Di kongreyê de, mirov a Xwedê bibêje, YNK, Sosyalîst, heval û partiyên kurdî di civînan de hemûyan gotin ku Kekê Îdrîs peyvdarê me ye, ew dikare li ser navê me hemûyan biaxive."
Hoşyar Zêbarî Hevxebatê Îdrîs Barzanî: "Gotara ku li wir xwend, bi rastî belgeyeke dîrokî ye û gelek pêşîbînî tê de hene. Lewma wê demê pêwendiyên rehmetiyê Îdrîs bi hemû aliyên opozisyona Iraqê re pir erênî û pir înteraktîv bûn jî."
Îdrîs Barzanî: Ev qirkirina bikom ji bo çi ye. Gelo em dikarin van wek beşekê ji hêlên vê bobelatê ji raya giştî ya biyanî re ragihînin. Em dipirsin: Gelo Kurdistan daxwaza çi dike ku bi vê şêweya hovane tê qirkirin? Ma ji daxwaza mafekî xwezayî yê xwerû ku mirovatî ji bo hemû gelan dipejirîne, doza tiştekî din kiriye? Ma ji man û nîşandana hebûna xwe ya neteweyî wêdetir, doza tiştekî din kiriye? Çi bigire tevgera kurdî daxwazeke xwerû hilgirtiye ji bo xwebirêvebirina karên xwe, li deverên ku piraniya nişteciyên wan kurd in, ma çi ziyana vê heye? Ma hemû gelên îslamî û gelên cîhanê ji vî mafê sade bêpar in? Ma mikur nehatine ku gelê kurd gelek e wek gelên din? Her wiha gelê kurd gotina xwe gotiye û dibêje ku bi biratî û xweşî hevjiyana bi hemû iraqiyan re hilbijartiye ji bo avakirina pêşerojeke baştir ji bo hemûyan.
Karwan Cewher Master li Jiyan û Xebata Îdrîs Barzanî: "Beşdarî wê kongreya Mutemer Nesr Şeibil Iraq bûn. Kurd bi yek destî beşdar bûn. Pir girîng e ku piştî wan hemû kuştin û kuştaran, di kongreyeke opozîsyona Iraqê de, kurd wek tîmekê beşdarî kongreyê dibin."
Hawkar Kerîm Heme Şerîf Master li Dîroka Şoreşa Îlonê: "Ev peymana bi YNKê re Bereya Kurdistanî jê peyda dibe ku Kekê Îdrîs bi wê kesayetiya xwe ya mezin ku hebû, (Endezyarê Lihevhatina Giştî) bi navê wî ve hat kirin. Wek nasnavekî (Endezyarê Lihevhatina Giştî) li wî hat kirin."
Serok Mesûd Barzanî: "Ez herdem amade bûm xwe li dewsa Kekê Îdrîs deynim. Li şûna wî bim. Bi Xwedê, qeder ne di destê mirov de ye. Qeder di destê Xwedê de ye. Eger na û bijartin di destê min de bûya, min ê xwe li dewsa kekê Îdrîs daniya, ez biçûma û Kekê Îdrîs bima, lê ne di destê min de bû."
Mam Celal Talebanî: "Hemûyan ew mizgînî dida ku roja ku wî canê xwe yê paqij gorî wê kir, ji bo wê xebat kir, bû rastî. Êdî parçeyek ji Kurdistana wî azad û rizgar e. Soza ku dijminê gelê kurd bi xeyala xwe ya xav afirandibû ku qaşo nahêlin Barzanî û lawên wî ava Dicle û Firatê vexwin, bi saxîtî hat çalkirin. Bila çavê neyar kor be, bi sed hezaran lawên Kurdistanê tên pêrgîna Barzanî û kurê wî yê mêrxas Kekê Îdrîs û bi şadî û xweşî mizgîniyê didin wan, sozê didin wan ku heta dawî, heta pêkanîna hemî hêviyên wan, dê rêbaza wan herdem mîna cadeya li pêş parlamentoyê bi têkoşer û xebatkarên xweragir dagirtî be."
Felekedîn Kakeyî Heval û Hevxebatê Îdrîs Barzanî: "Mirovekî nefsbiçûk bû. Bi rastî mirovekî wek derwêşan bû. Derwêşê tevgera kurdî bû. Min qet têbînî nekir ku tiştekî ji xwe re bixwaze. Ango wî dixwest. Hertim tiştekî tenê digot, digot piştî 75an li ser me emanet e ku em van mirovan vegerînin cihê wan. Ango gelê Kurdistanê vegere cihê xwe. Ango yê ku li cinûb e vegere, yê li başûr e vegere Kurdistanê. Yê li derve ye vegere Kurdistanê. Her kes û cihê xwe. Ew cih ji nû ve bên avakirin. Ango, mîna ku hêviyên ku piştî serhildanê bi cih hatin, hêviya wî bû."