Li Erzeromê sobe teqiya: 3 birîndar

31-01-2023
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Erzeromê ya Bakurê Kurdistanê di encama teqîna sobeyekê de 3 kes birîndar bûn.

Roja Dûşemê 30ê Çileya 2023an li navçeya Yakutuye ya Erzeromê xwediyê dikaneke tamîrkirina otomobîlan ji bo xwe germ bikin sobeya komirê pêxistin û piştre ligel hejmarek mişteriyan dora wê kom bûn.

Li gor zanyariyan piştî demekê ew sobe ji ber zêdebûna gaza komirê di hundirê wê de teqiyaye.

Di bûyerê de 3 kes bi sivikî birîndar bûn û li ser pêyan hatin dermankirin. Dîmenên kêliyên teqîna sobeyê ji aliyê kameraya çavdêriyê ve hatine tomarkirinn.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst