Ako Mihemed: Piştî 10 salan ji şerê navxweyî, Kak Îdrîs bi Mam Celal re peymana aştiyê îmze kir

31-01-2023
RÛDAW
Wêne: Rûdaw
Wêne: Rûdaw
Nîşan Endezyarê Aşitiyê Îdrîs Barzanî Ako Mihemed
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Rêveberê Giştî yê Tora Medyayî ya Rûdawê Ako Mihemed di salvegera koça dawî ya Îdrîs Barzanî de got “Kekê Îdrîs ji bo gelê Kurdistanê gelek kir. Lê kêm kar ji bo nîşandana xebata Kekê Îdrîs Barzanî hatine kirin. Piştî 10 salan ji şerê navxweyî, peymana aştiyê bi Mam Celal re îmze kir”

"Idrîs Barzanî - Endazyarê Aştiyê" belgefîlmek ji aliyê Tora Medyayî ya Rûdawê ve ye û biryar e îşev di salvegera koça dawî ya Îdrîs Barzanî de ku demjimêrek dewam dike, li ser Rûdawê were weşandin. Di salvegera koça dawî ya Îdrîs Barzanî de li Hewlêrê îsal Serokwezîr Mesrûr Barzanî amade bû.

Ev belgefîlm ji aliyê Rêveberê Giştî yê Tora Medyayî ya Rûdawê Ako Mihemed ve hatiye çêkirin û amadekirin û derhêneriya wê jî Aso Hacî kiriye. Belgefîl dê îşev 31 Çileya 2023an de demjimêr 22:00an de li ser ekranên Rûdawê were weşandin.

Beriya nîşandana belgefîlmê, Rêveberê Giştî yê Tora Medyayî ya Rûdawê Ako Mihemed bi boneya 36emîn salvegera koça dawî ya Îdrîs Barzanî gotarek pêşkêş kir û wiha got:

“Êvar baş

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê rêzdar kak Mesrûr Barzanî

Xizm, malbat, hevxebat û dostên rêzdar ên kekê Îdrîs Barzanî

Amadebûyên rêzdar…

Ez bi germî bixêrhatina we dikim. Em spasiya hatina we dikin. Ez dizanim ku hûn hemû wek wefadariyekê ji canê pak ê Kekê Îdrîs re hatine vê merasîm û helkeftê. Mêvanên me yên biyanî jî hatine ku têkoşerê Kurdistanê yê mezin Kekê Îdrîs Barzanî bêtir nas bikin.

Bîranîna koça dawî ya Kekê Îdrîs Barzanî li ba Serokwezîrê Herêma Kurdistanê rêzdar Mesrûr Barzanî her sal rojeke pir taybet e. Ji ber ku cenabê wî wek yek ji mirovên xwe yên herî hezkirî li Kekê Îdrîs dinêre û wî nola mamostayekî xwe yê herî li pêş jî dibîne. Amadebûna cenabê wî di vê helkeftê de ji bo me hemûyan cihê rêzgirtin û kêfxweşiyê ye. Bi xêr bên.

Min û bi milyonan kesên din ji gelê Kurdistanê, me Kekê Îdrîs Barzanî nedît. Lê belê me berhema xebata tijî ked û bêrawestan a Kekê Îdrîs Barzanî dît, ku azadbûna parçeyekî Kurdistanê, mikurhatina yasayî bi nasnameya neteweyî ya gelê kurd û hebûna yasayî ya Kurdistanê bû. Me pêkhatina hêviya Kekê Îdrîs dît ku vegera xelkê li bajar û gundên wan bû. Ji ber ku Kekê Îdrîs Barzanî di wê baweriyê de bû ku koçberiya xelkê di encama şikestina Îlonê de berpirsiyariya wan e û vegerandina wan li welat, bajar û gundên wan jî erkê wan e. Ev di qebûlkirina berpirsiyarî û pabendbûna bi erkê niştimanî de, wêrekiya siyasî ya herî mezin e.

Li vir, du hevok ji bo min pir balkêş in. Dema ku Serok Mesûd Barzanî li navçeyên azadkirî yên Parêzgeha Duhokê li nav hêzên pêşmergeyan bûye û nûçeya koça dawî ya birayê xwe Kekê Îdrîs Barzanî dibihîze, hestên xwe dinivîse û di hevokekê de dibêje "Tu xemxurê xema kesên hejar û lêqewimî bûyî."

Her wiha yek ji rewşenbîrtirîn siyasetvanên Kurdistanê û yek ji nêzîktirîn dostên Kekê Îdrîs ku Felekedîn Kakeyî ye, dibêje "Kekê Îdrîs tiştek ji bo xwe nedixwest", bi tenê dixwest xema xelkê nehêle. Bê guman ev nehêniya nêzîkbûna wî ya bi xema kesên hejar û lêqewimî re bû.

Kekê Îdrîs Barzanî kesekî bi canê xwe re li hev bû, ji ber pir xwerû bû. Bi hevpar û rikeberên navxweyî re, mirovekî aştîxwaz bû ji bo ku aştî hebe. Lewma piştî 10 salan ji şerê navxweyî bi Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) re, peymana aştiyê bi Mam Celal re îmze kir û ev yek kir lihevhatina gelemperî li navbera tevahiya partiyên Kurdistanê ku wek encam ew bereya Kurdistanî dirust bû ku beşek ji armanca wî ya yekgirtina tevgera rizgarîxwaza Kurdistanê bû. Ji ber vê yekê jî partiyan û gelê Kurdistanê nasnavê herî ciwan diyarî wî kir ku "Endezyarê Lihevhatina Giştî" bû.

Kekê Îdrîs nedixwest tu kes bijardeya şer hilbijêre, lewma di rûniştina xwe ya dawîn bi Sedam Hisên re jê re got xwe ne ji welatekî din re lê belê ji gelê xwe re nizm bike. Lê Sedam bi gotina Kekê Îdrîsî nekir, wî bi xwe dîktatorî hilbijart û di encamê de Kurdistan û Iraq wêran kir û şerê Iraq û Îranê da destpêkirin.

Tiştê ku em ê îro bibînin belgefîlma (Îdrîs Barzanî.. Endezyarê Aştiyê) ye, ku bi kurtî beşekê ji têkoşîn û baweriya Kekê Îdrîs Barzanî nîşan dide. Tiştê ku bala min dikişîne ew e ku hemû hevxebat û dostên Kekê Îdrîs dema dabaşa wî dikin tavilê rûyên wan geş dibe. Wateya vê yekê pir mezin e û nîşan dide ew çiqasî li nik hemûyan mezin û hezkirî bû. Wek yek ji wan dibêje, dema ku diaxivî pir şîrîn diaxivî û zaf şîrîntir jî dibû li ba xelkê.

Ez gelekî spasiya hevkarên jêhatî yên Tora Medyayî ya Rûdawê yeko yeko dikim ku beşdarî berhemanîna vê belgefîlmê bûn. Spasiyeke taybet ji bo kekê Aso Hacî ku bi dilxweşî ev proje qebûl kir û bi zanîna xwe ya mezin karekî pir baş ji bo berhemanîna wê kir.

Kekê Îdrîs ji bo gelê Kurdistanê gelek kir. Lê kêm kar ji bo nîşandana xebata Kekê Îdrîs Barzanî hatine kirin. Ez hêvîdar im ku ev berhema Rûdawê bibe motîvasyonek ji bo berhemanîna berhemên bêtir û baştir li ser xebat û baweriya Kekê Îdrîs Barzanî.

Gelek spas ji bo amadebûna we.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst