Rêjeya hejariyê li Rojavayê Kurdistanê gihîştiye asteke metirsîdar

31-01-2023
Xalid Cemîl Mihemed
Rêjeya hejariyê li Rojavayê Kurdistanê gihîştiye asteke metirsîdar
Rêjeya hejariyê li Rojavayê Kurdistanê gihîştiye asteke metirsîdar
Nîşan Rojavayê Kurdistanê Hejarî Evîn Cumaa Lewend Mihemed
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Hevdem ligel daketina bihayê pereyên Sûrî li beramber dolarê Amerîkî, ku yekemîn car e, di dîroka pereyên wî welatî de, di nav de jî Rojavayê Kurdistanê, bihayê pereyên Sûrî gihiştiye 6 hezar û 775 lîreyan li beramber yek dolarî, krîzeke abûrî ya tund peyda bûye û hejarî û enflasyon gihiştine asteke gelekî bilind û metirsîdar.

Nivîskar û xwediyê ofîseke xanûberan, ji Cizîra Rojavayê Kurdistanê, ji Tora Medyayî ya Rûdawê re, behsa wê rewşê dike, ku bandoreke nerênî li ser liv û tevgera bazaran kiriye.

Xwediyê nivîsgeheke xanûberan li Girkê Legê Lewend Mihemed ragihand ““Yek; bandora feqîriyê û hejariyê li Rojavayê Kurdistanê, ya duyem; kêmbûna lîreyê Sûrî li hemberî dolar, ya sêyem; koçberiya miletê me bi taybet di van salên dawî de, ji ber berdewambûna krîza Sûriyê û gefên Tirkiyê li ser welatê me vê hmû hiştiye ku tevgera xanûberiyê gelek kêm bûye û bihayê wê gelek kêm bûye. Em dikarin bibêjin tevgera wê nemaye sekiniye, bihayê wê gelek kêm bûye, ji ber sedemên wê gelek in: hejarî, rewşa ewlehiya ya ne aram, gefên Tirkiyê û koçberiyê van hemûyan kiriye ku tevgera xanûberan gelek kêm bibe.”

Di heman mijarê de, rêvebera Komeleya Mafên Mirovan li Cizîra Rojavayê Kurdistanê, Evîn Cumaa, ji Tora Medyayî ya Rûdawê re, behsa zehmetiya wê dike.

Rêvebera Komeleya Mafên Mirovan li Cizîrê Evîn Cumaa dibêje “Ji ber dorpêçkirina li ser herêmê, alîkariyên mirovahî nayên, milet pir zehmetiyê dikşîne. Krîzeke aborî li tevahiya dinyayê derketiye û bakur û rojhilatê Sûriyê ew jî dorpêçkiriye alîkariyên mirovahî nagihîjinê, ji ber rêyên ku alîkarî tê re derbas dibin di bin destê dewleta Tirkiyê û komên çekdar ên girêdayî wê de ne, ji aliyekî din jî rejîm jî zehmetiyê derdixe.”

Ji bo sivikirina banroda vê krîzê li ser xelkê, bi taybetî çîna hejar û kêmderamet, Evîn Cumaa hinek çareyan pêşniyar dike.

Evîn Cumaa got jî “Projeyek biçûk bi taybet ji miletê re îmkanên kar, derîyên sînorî bi biryara navnetewî bên vekirin. Yanî alîkeriyek ji vî miletî re divê, ji bo karibin jiyana xwe berdewam bikin, bi taybet jî herêmên çandinê av jî qut bûye, ji ber wê banga me ji bo Rêveberiya Xweser û komeleyên navnetewî yên mirovahî alîkariyekê bidin herêmê û kar bikin ji bp guhertina vê rewşê.”

Rojavayê Kurdistanê, di çarçoveya rewşa Sûriyê de, ji dema bêhtirî 11 sal û  10 mehan ve, di krîzeke tund de derbas dibe, di encamê de jî, bazneya hejarî, bêkarî û nexweşiyê berfiehtir dibe û nîşanên wê li ser jiyana xelkê eşkere diyar dibin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst