Nivîskar Mihemed Şarman: Ji bo Tirk me fêm bikin divê xwe fêrî Kurdî bikin

31-01-2023
RÛDAW
Nivîskar Mihemed Şarman: Ji bo Tirk me fêm bikin divê xwe fêrî Kurdî bikin
Nivîskar Mihemed Şarman: Ji bo Tirk me fêm bikin divê xwe fêrî Kurdî bikin
Nîşan Dersa Kurdî Zimanê Kurdî Mihemed Şarman Dersa Kurdî Hilbijêre
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Nivîskar Mihemed Şarman ragihand ku eger aştiyek di navbera Kurd û Tirkan de çêbibe û bixwazin hev nas bikin, çawa ku Kurd ji ber zimanê Tirkî dizanin dikarin bi wan re empatiyê bikin, divê Tirk jî xwe fêrî Kurdî bikin da ku bikaribin bi Kurdan re empatiyê bikin û Kurdan fêm bikin.

Wek tê zanîn di polên 5, 6, 7 û 8an da mafê dersa bijarte ya Kurdî heye. Pêwiste malbatên serî li rêveberiyên dibistanan  bidin da ku zarokên wan li dibistanan dersên zimanê Kurdî bibînin.

Kampanyaya hilbijartina dersa zimanê Kurdî ji aliyekê li bajar û bajarokên cuda yên Bakurê Kurdistanê berdewam e û ji aliyekê ve jî hunermend, zimanzan û kesayetên naskirî û rêxistinên Kurdî jî piştevaniya xwe nîşan didin.

Rûdawê jî ev pêvajo kiriye rojevêke sereke ya xwe û di vê çaroveyê de nivîskar û mamoste Mihemed Şarman îro li studioya Stenbolê bû mêvanê Rawîn Stêrk bû û mijara ziman nirxand.

Nivîskar û mamoste Mihemed Şarman da zanîn ku ew bi salan e li Wanê dijî lê niha ji bo karê çapkirina pirtûka xwe ya herî dawî li Stenbolê ye û derbarê bikaranîna zimanê Kurdî li bajarên Bakurê Kurdistanê de got: “Rewşa bikaranîna zimanê Kurdî li tevahiya bajarên Bakurê Kurdistanê kêm zêde weke hev in û li nav bajarê Wanê jî axaftina bi Kurdî li gor ku em dixwazin kêm e. Em berê xwe bidin kîjan bajarê Kurdan mirov dibêje qey lê Kurdî nînin. Ez dibêjin berê Wan di axaftina Kurdî de xirabtir, lê ez dibêjim niha baştir bûye. Sedem jî ew e ku di wan salên dawiyê de gelek kes ên ji gundên Colemêrg û Geverê hatine Wanê û niha bûye bajareke kozmopolîtîk. Her çend piraniya nifûsa Wanê Kurd bin jî weke piraniya bajarên din ên Kurdan axaftina bi Kurdî kêm e.”

Mihemed Şarman amaje bi wê yekê kir ku axaftina bi Kurdî êdî weke berê nabe sedema pirsgirêkan û derbarê vê yekê de jî got: “Kurdî axaftin an jî kurdî zanebûn êdî nabe problem. Xelk her çend di jiyana xwe ya rojane de bi Kurdî neaxivin jî li dezgehên fermî bi asayî diaxivin. Wate Kurdî êdî hinek hatiye normalîzekirin. Ev tişteke baş e.”

Şarman diyar kir ku  piraniya Kurdan hem Tirkî û hem Kurdî dizanin û wiha pê de çû: “Kurd bi du zimanan diaxivin. Gelek caran mirov rastê tê ku dema du kes diaxivin her çend samimî bin jî di axaftina xwe de ji Kurdî derbasî Tirkî dibin. Kurdî û Tirkî têkel bûne û dişibe rewşa Hinduyiyên zimanê Îngilîzî û Hinduyî tevlîhev dikin. Bi min ev dê demekê bandoreke nebaş li ser derûniya xelkê bike. Ji ber ku her ziman jiyanek û cîhaneke din e. Zimanê Tirkî cîhaneke din e, dema tu bi Tirkî diaxivî tu bi çavên Tirkî û têgehên Tirkî li cîhanê dinêrî. Dema tu bi Kurdî diaxivî tu bi çavên Kurdî li cîhanê dinêrî. Ev jî dibe sedem ku di nava mirov de du kesayet hebin. Ji aliyekê ev yek dikare bibe sûdeke baş ku tu dikarî kesê li hemberê xwe fêm bikî. Minak ji bo me sûd e, lê ji bo Tirkan ne sûd e. Em zêdetir dikarin empatiyê bi Tirkan re bikin. Sedema vê jî ew e ku Kurd Tirkî dizanin, lê Tirk Kurdî nizanin. Em bibêjin sibe aştiyek çêbibe û herdu xelk bixwazim hev nas û fêm bikin, divê ew jî xwe fêrî Kurdî bikin.”

Nivîskar Şarman tekez kir ku Kurd ji aliyê psîkolojîk ve amade ne perwerdeya bi zimanî Kurdî bibînin û diyar kir ku dersaja bijarte ya Kurdî û beşên Kurdilojiyê yên li zanîngehan gelek sûdên xwe hebûne.

Di berdewamiya axaftina xwe de Şerman got ku her çend Kurd bi Kurdî neaxivin jî lê dîsa jî mafê xwe dixwazin.

Herî dawî Şarman eşkere kir ku bi saya kampanyên bo piştevaniya hilbijartina dersa Kurdî, par rêjeya xwendekarên ku dersa Kurdî hilbijartina du qat zêde bûne.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst