Serok Barzanî: Min pêşniyar kiriye Nêçîrvan Barzanî û Helbûsî serdana Sedir bikin

31-01-2022
RÛDAW
Nîşan Serok Barzanî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serok Barzanî peyamek ji bo raya giştî ya Iraq û Kurdistanê belav kir û di wê peyama xwe de dibêje, destpêşxeriyekî siyasî pêêşkêş kiriye û tekez dike, “min pêşniyar kiriye Nêçîrvan Barzanî û Mihemed Helbûsî serdana Seyid Muqeda Sedir bikin.”

Îro Duşembî 31ê Çileya 2022an Serok Mesûd Barzanî derbarê rewşa siyasî ya Iraqê de peyamek ji bo raya giştî ya Iraqê û Herêma Kurdistanê belav kir.

Serok Barzanî di vê peyama xwe de ragihandiye, “Ji bo çareseriya pirsgirêkan û pêkanîna atmosfêreke guncaw û baş ji bo proseya siyasî ya Iraqê, min destpêşxeriyekî siyasî aşkera kiriye û di çarçoveya wê destpêşxeriyê de min pêşniyar kiriye, birêz Nêçîrvan Barzanî û birêz Mihemed Helbûsî serdana cenabê seyîd Muqteda Sedir bikin, û li ser çawaniya berdewambûna proseya siyasî û nehiştina astengiyan bişêwirin.”

Di beşeke din a peyama xwe de Serok Barzanî dibêje: “Hêvîdarim ev destpêşxeriye encamên wê erênî bin û di berjewendiya Iraq û hemû pêkhateyan de be.”

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst