Beştaş: Bila hemû kes dersên Kurdî hilbijêrin

31-01-2022
RÛDAW
Nîşan Dersa Kurdî Meral Daniş Beştaş HDP Zimanê Kurdî Dersa Bijarte
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Parlamenter û Seroka Koma HDPê li Parlamentoya Tirkiyê Meral Daniş Beştaş jî piştgirî da kampanya ji bo dersa bijarte ya Kurdî bang li malbatên Kurd kir ku ji bo zarokên xwe dersa Kurdî hilbijêrin.

Kampanyaya piştegiriya ji bo dersa bijarte ya Kurdî (Kurmancî, Zazakî) her ku diçe berfirehtir dibe û piştevanî zêdetir dibe.

Parlamentera Sêrtê û Seroka Koma HDPê li Parlamentoya Tirkiyê Meral Daniş Beştaş îro li ser hesabê xwe yê Twitterê bi zaravayê Zazakî yê Kurdî peyamek belav kir û piştgiriya xwe ji bo dersa Kurdî nîşan da.

Meral Daniş Beştaş ji Kurdan xwest ku dersên Zazakî û Kurmancî ji bo zarokên xwe hilbijêrên

Beştaş di twîta xwe de dibêje: Dersê weçîniteyî kêmî yê labelê tercîhkerdişê nê dersan muhîm o. Ma veng danê her kesî;dersanê bi Kurdkî biweçînê.

Dersên bijarte yên Kurmancî ve Zazakî her çend ji aliyê perwerdehiya bi zimanê dayîkê ve kêm be jî, girîng e dîsa bêne tercihkirin. Roja dawî 7 Sibatê ye em bang li hemû kesê dikin ku dersên Kurdî hilbijêrin.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst