Li Rojhilatê Kurdistanê 11 çalakvan hatin girtin

31-01-2022
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Di van çend rojên borî de li parêzgehên Seqiz, Merîwan, Sine û Pîranşar ên Rojhilatê Kurdistanê 11 welatî û çalakvan ji aliyê hêzên ewlekarî yên Îranê ve hatin girtin û ber bi cihên ne diyar ve hatine birin.

Li borî raporeke Tora Mafên Mirovan a Kurdistanê duh li bajarên Seqiz, Merîwan, Pîranşar 8 kes hatine desteserkirin û hin ji wan rastî îşkenceyan hatine.

Di rojên borî de tenê li Pîranşarê 5 welatî hatine desteserkirin û li gorî Mafê Mirovan tenê li bajarê Pîranşarê 5 welatî hatine desteserkirin. Hêzên Ewlekariyê jî derbarê desteserkirina van kesan de ti agahî belav nekirin.

Di sala borî de ev pêla sêyemîn a girtina sivîl, çalakvan û siyasetmedaran e ku di encamê de bi dehan kes hatine desteserkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst