Erdhejekê Çewlîg hejand

31-01-2022
RÛDAW
Nîşan Erdhej Çewlîg Xorxol
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Xorxolê ser bi parêzgeha Çewlîgê ya Bakurê Kurdistanê, bi hêza 4.7 erdhejek çê bû.

Rêveberiya Rewşên Karesat û Rewşên Bilez (AFAD) a Tirkiyê aşkere kir îro demjimêr 03.49 li navçeya Xorxolê erdhejeke bi hêza 4.7 pileya rîxter çê bû.

Her li gor zanyariyên AFADê belav kirine, erdhej bi kurahiya 7 kîlometreyan pêk hat û herwiha li bajarên derdorê jî hest bi erdhejê hat kirin.

Waliyê Çewlîgê Kadîr Ekîncî ragihand, ji ber erdhejê heta niha rewşeke nerênî çênebûye û tîmên wan pişkînînên xwe berdewam dikin.

Li aliyê din li Xarpetê jî hest bi erdheja bi hêza 4.7 a li Çewlîgê hat kirin.

Parêzgariya Xarpetê ragihand ku li navçeyên DepDepe û Pali yên wê parêzgehê jî hest bi erdhejê hatiye kirin, lê “heta niha zanyarî û rewşeke nerênî negihiştiye tîmên wan.”

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst