Galeriya wêneyan

31-01-2021
21 Photos
Bilind T. Abdullah

Îro 31ê Çileya 2021 bi boneya 34mîn salvegera koça dawî ya Îdrîs Barzanî, li avahiya Rêveberiya Kitêbxaneya Giştî ya Hewlêrê, pêşamngeheke fotografî hat vekirin û têde 150 wêneyên Îdrîs Barzanî hatin nîşandan.

Pêşangeh ji aliyê du pêşmergeyên dêrîn û hevalê Îdrîs Barzanî hat vekirin û piraniya wêneyên di pêşangeha îro de, cara yekemîn bû ku dihatin nîşandan.

Di pêşangehê de herwiha dokumêntariyek jî hat nimayişkirin, ku têde beşek ji wêstgehên xebat û têkoşîna serkirdeyê nemir û pêşmergeyê kurdayetiyê Îdrîs Barzanî hat nîşandan.

Xerîb Mizûrî yek ji wan pêşmergeyan bû ku pêşangeha îro vekir. Ew di dema xwe de wênegirê Îdrîs Barzanî bûye û niha temenê wî 75 sal e ku ji sala 1964 ve tevlî refên Pêşmerge bûye. Xerîb Mizûrî ji Rûdawê re got: “Min hestekî xweş heye ku ez îro li vir amade bûm. Ev pêşangeh hestek wiha dide min ku Îdrîs Barzanî zindî ye, ne tenê di dilê min de, lê belê bi vekirina vê pêşangehê ew yek hat selimandin, ku ew di dilê her kurdekî de zindî dimîne.”

Mizûrî diyar jî kir, %80 ji wêneyên ku hatine nîşandan, wî bixwe girtine û got: “Ew wêne belgeya wê yekê ne, ku ew zat manînenas bûye û hertim di xema milletê xwe de bûye.”