Kamîran Haco: Eger mafê Kurdan nebe em di nav komîteyê de namînin

Hewlêr (Rûdaw) – Nûnerê Encumena Niştîmanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) Di Komîteya Nivîsandina Destûra Sûriyê de Kamîran Haco ragihand ku eger mafê Kurdan li wê derê neyê bidestxistin ew dê ji nav Komîteya Nivîsandina Destûra Sûriyê vekişe.

Xula 5emîn a Danûstandinên Komîteya Nivîsandina Destûra Sûriyê li Cinêva Swîsreyê di navbera 15 nûnerên ser bi hikûmet û opozisyona Sûriyê û rêxistinên civaka sivîl birêve çûn. Civînên Komîteya Nivîsandina Destûra Sûriyê bê encam bi dawî hatin.

Nûnerê ENKSê Di Komîteya Nivîsandina Destûrê de, Kamîran Haco beşdar beşdarî bultena Rûdawê û bû têkildarî civînên Komîteya Nivîsandina Destûra Sûriyê axivî.

Kamîran Haco diyar kir ku her çend hejmareke kêm ji opozisyona Sûriyê ne ligel dana mafên Kurdan be jî, lê piraniya opozisyonê ligel mafê Kurdan e û got: “Di civînan de kesên li ser mijara Erebperweriyê ango Urûbetê rawestiyan aliyê rejîmê bûn. Piranî aliyê hikûmetê rijd e li ser navê El Erebiyê, lê hinek ji opozisyonê jî ligel wê yekê ne û Urûbetiyê naveşerin. Ji hinek kesan re jî ti girîngiyekê wê nîne. Eger em li wir amade nebin dibe ku herdu alî bi asantir li ser van mijaran li hev bikin. Lê hebûna Kurdan û civaka navdewletî dê bibe sedem ku gelek axavtin di vê pirsê de bê kirin. Lê gelo em bixwe dê bikarin bigihêjin encamekê ev cihê pirsê ye, bi min piştevaniyeke navnetewî lazim e. Ne tenê di vê mijarê de herwiha di mijarên din jî gelek zehemt e ku destûreke demokratîk a nû were nivîsandin.”

Haco amaje bi wê yekê kir ku her çend weke di nav Komîteya Nivîsandina Destûra Sûriyê de tenê weke du kes in nûnertiya Kurdan dikin, lê hemû kesên beşdar ne li dijî mafê Kurdan in û ew ji hinek welat û rêxistinên sivîl jî piştgiriyê werdigirin û got: “Di gerê û gerên pêştir de em hergav danûstandinan ligel aliyên di vê mijarê de xwedî bandor in dikin. Em dibêjin ku eger piştevanî nebe mafê Kurdan dê bi asanî neyên bidestxistin. Hinek alî sozan didin. Pirs ne tenê pirsa Kurdî ye, pirs gelek zehmet e. Ev çend sal e em diçin û tên lê ti encamp jê derneketine. Pedersen hinek bêhêvîbûn nîşan da û got ku eger bi vî rengî be em nikarin berdewam bikin. Eger ji derve lihevkirinek nebe min ne bawer e Sûriyê bixwe pirsa xwe çareser bike.”

Nûnerê ENKSê Di Komîteya Nivîsandina Destûrê de bal kişand ser girîngiya beşdarkirina Kurdan di nav komîteyê de û got: “Di qata navnetewî de eger tu amade nebî hêzên navnetewî nikarin ji bo te tiştekê bikin. Eger hinek garantî hebin mirov dikara tehemila hinek tiştan bikin. Eger bi dilê xwe destûrekê binivîsin û mafê Kurdan têde nebe, ne me ne jî gelê Kurd vê yekê qebûl nake. Em weke ENKSê bêbextiyeke bi vî rengî li gelê xwe nakin. Ez li ser navê Kurdan û ENKSê li wê derê me heta ji min ez dê ji bidestxistina mafê Kurdan hewl bidim. Eger hat û mafê Kurdan nebe, ne ez û ne kesek din wê yekê dê qebûl neke, çi li ser asta kesayetî û çi li ser asta rêxistinî be eger mafê Kurdan neyê dayîn em dê ji sedî sed ji wir vekişin.”

Derbarê beşdarkirina aliyên Rêvberiya Xweser bo di nav Komîteya Nivîsandina Destûra Sûriyê de jî Kamîran Haco got ku ti pirsgirêkan wan nîne û ew di wê baweriyê de ku her çend hejmara Kurdan zêde be baştir e û wiha pê de çû: “Me di roja ewil de gotiye pirsgirêk ne li ba me ye, hejmara Kurdan çiqas di nav qadên navnetewî de zêde be dê baştir be. Em dê kêfxweş bin hinek din jî li vê derê amade bin. Çi Rêveberiya Xweser be û çi aliyek din be em dixwazin ew jî beşdar bibin. Em her tim dibêjin hejmara Kurdan kêm e.”

Piştî 5 rojan, ji civînên berdewam ku, rojane du cinîn dihatin lidarxistin, şandeyên hikûmet û opozisyona Sûriyê û nûnerên civaka sivîl tiştek bi ser nexistin. Wekî çawa ew derbasî nav vê hola civînan bûn, wiha jî destevala vegeriyan bêyî ku demek ji bo şeşemîn xola civînan bê destnîşankirin.

Di civînên Komîteyê de, Kamîran Haco, take nûnerê Kurd di komîteya biçûkirî de gotarek pêşkêş kir. Nûnerê ENKS bersiva gotarên ku Urûbetê, anku Erebperweriyê wekî take nasnameya Sûriyê diprjirînin da û got: "Ez Kurd im, min bi erebî xwendiye, bi Erebî jî diaxivim, lê ti hêzek nikare min bike Ereb yan jî neteweyekî din, ez dê heta roja qiyametê jî Kurd bimînim. Her Erebek dikare bi erebbûn û zimanê xwe serbilind be, lê hinek li dijî wê yekê derdikevin ku em bi Kurdbûna xwe serbilind bin. Urubetê Kurd li Sûriyê ji hemû mafên xwe yên însanî hatine mehrûmkirin û Kurd tu carî êdî wê yekê qebûl nakin. Divê tu hebûna min li kêleka xwe qebûl bikî, da ku ez piştrast bim û gotinên te derbarê hevwelatîbûna yeksan bawer bikim.”