Berfê rêya Meletî-Qeyserî û rêya Meletî-Sêwazê girt

31-01-2021
RÛDAW
Nîşan Meletî Sêwaz Berf
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Ji berf û cemedê rêya Meletî-Qeyserî û rêya Meletî-Sêwasê hat girtin.

Li parêzgeha Meletî ya Bakurê Kurdistanê şev berfeke zêde barî, di hatin û çûyînê de zehmetî tê kişandin.

Hat ragihandin berfê rêya Meletî û Qeyseriyê girt.

Cendirmeyan û polisên trafîkê wesayîtên ber bi Qeyseriyê ve diçin li Darendeyê dan sekinandin û destûr nedan ku ew herin.

Ji bo xwendekarên di wargehan de dimînin û kesên di rê de mane cih hat amadekirin ku ew li wir bimînin.

Herwiha Berfê rêya Meletî û Sêwazê girt, çûyîn û hatin sekinî. Cendirme û polîsên trafîkê wesayîtan li navçeya Hekîmxanê didin sekinandin û destûr nadin ew derbas bibin.

Li Sêwazê rêya 641 gundan ji ber berfê hat girtin

Li gor agahiya Rêveberiya Xizmetên Rê û Gîhandinê ya Îdareya Taybet a Bajar li navenda Sêwazê û navçeyan 32 greyder, 22 wesayîtên barkirinê, 6 dozer, 9 kamyon, 26 kamyonên serwîsê û  61 karmned ji bo ku rêya gundan vekin dixebitin.

Ji ber berfê Sêwaz çîl û spî bû û rêya 641 gundan girtiye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst