Li Şingalê bi sedan kuçik hatin jehrîkirin

31-01-2021
Rawçî Hesen
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Li navçeya Şingalê polîs û Daîreya Beytariyê derodora 400 kuçik bi jehriyê kuştin. Belavbûna wêneyên çend kuçikên hatine jehrîkirin li Sinûnê û derdora navçeya Şingalê bû sedema karvedanên cuda.

Rêveberê Veternerî yê Nahiya Sinûnê li sînorê navçeya Şingalê Dr. Xelef Heyder ji Rûdawê re ragihand, bi alîkariya polîsê Şingalê di dema sê rojan de, jehr dane 400 kuçikên li wê navçeyê.

Belavbûna wêneyê wan kuçikên mirî di nava torên civakî de karvedanên li pey xwe anîn û hinek ji dostên ajelan bi karekî ne şêrîn û xweşik bi nav kirin.

Xelef Heyder got jî, ti rêyeke din li pêşiya wan nebû ji bo jinavbirina wan kuçikan, ji ber ku wan segan xelkê nahiyeya Sinûnê û derdora wê û beşekî navenda navçeya Şingalê û navenda Dugirê aciz kiribû.

Heyder da zanîn ku heya niha bi jehrîkirinê 400 kuçikên serberedayî mirine.

Dr. Xelef Heyder herwiha dibêje, niha wan jehrîkirina segan ragirtiye û ev biryar jî biryara berpirsên parêzgeha Mûsilê bû, li ser daxwaza wan û welatiyên wê navçeyê, ew kuçik hatine jehrîkirin.

Derbarê vê yekê de Mamosteyê Zanîngeha Silêmaniyê Korş Ararat jî got: “Ev kiryarek ne şêrîn e, nabe ajel bi vî awayî bêne kuştin.

Korş Ararat ku di heman demê de pisporê ajelên kovî ne dibêje: “Eger ziyan digihêje xelkê navçeyê, divê ajel bêne derzîkirin an jî bo devereke din bêne veguhestin. Ne rast e ku bi wî awayî ajel bêne kuştin û eziyet li wan were kirin.

Yasaya hejmara 48 a sala 1986 madeya çar ku ji aliyê hikûmeta Iraqê ve hate pesendkirin, rê dide ku ajelên kolanan bi taybetî kuçikên serberedayî ji aliyê tîmên peywendîdar ve bêne jinvabirin.

Rêxistinên Kurdistanê bo parastina mafên ajelan dibêjin ku pêwîst e ew yasa bê guhertin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst