Şanda PDKê li Hewlêrê bi Komela Îslamî re civiya

31-01-2019
RÛDAW
Rûdaw
Rûdaw
Nîşan Kurdistan Hewlêr PDK Komela Îslamî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Şandeke PDKê bi serokatiya sekreterê polîtboruya wê partiyê serdana Komela Îslamiya Kurdistanê kir û ji aliyê Emîrê Komelê, Elî Bapîr ve hat pêşwazîkirin.

 

Piştî du mehan ji destpêkirina gotûbêjên pêkanîna hikûmetê û civînên PDKê li gel YNKê û Goranê, ev cara yekem e ku PDK serdana Komelê dike.

 

Şanda PDKê ji Fazil Mîranî, Mehmûd Mihemed, Dilşad Şehab, Hêmin Hewramî û Elî Husên pêk tê.

 

Peyamnêrê Rûdawê li Hewlêrê, Senger Ebdulrehman ragihand, ew civîna ku demeke dirêj e Komela Îslamî li benda wê ye, îro hate encamdan.

 

Senger Ebdulrehman got, demeke dirêj e, ji dema ku mijara pêkanîna kabîneya nû ya Hikûemta Herêma Kurdistanê ketiye rojevê, PDKê serdana Goran û YNKê kiriye, lê belê ti serdan bo cem Komela Îslamî nekiribû.

 

Komela Îslamî jî ragihandiye, ku dixwaze beşdariyê di hikûmeta nû de bike, û ji daxuyaniyên berpirsên wê partiyê derdiket holê, ku ew li benda vê civînê ne, ku îro hate lidarxistin.

 

Biryar e îro şanda PDKê serdana Yekgirtûya Îslamiya Kurdistanê û Partiya Komonîst (Şiyûî) jî bike.

 

Komela Îslamî di vê gera parlamentoya Kurdistanê xwediyê 7 kursiyên parlamenteriyê ye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst