Walîtiyê li Dêrsimê nêçîr qedexe kir

31-01-2019
RÛDAW
Li ser biryara Walîtiya Dêrsimê bi helîkopteran xwarin ji ajelên kovî re hat danîn
Li ser biryara Walîtiya Dêrsimê bi helîkopteran xwarin ji ajelên kovî re hat danîn
Nîşan Bakurê Kurdistanê Dêrsim Nêçîr
A+ A-

Dêrsim (Rûdaw) - Piştî ku vê dawiyê hinek pezkovî ji aliyê nêçîrvanan ve hatin kuştin, Walîtiya Dêrsimê ya Bakurê Kurdistanê nêçîr qedexe kir. Herwiha li ser biryara Walîtiyê bi helîkopteran xwarin ji ajelên kovî re hat danîn.

 

Li gor daxuyaniya Walîtiyê Dêrsimê, nêçîra pezkoviyên Bezuar, Şamua, Vaşak û herwiha Kuçikên Avî, Kew, Hirçên Spî û Guran hatiye qedexekirin.


Hat ragihandin ku dê parastin û çavdêrî ji aliyê Fermandariya Cendirmeyan a Bajêr û Rêveberiya Parastina Xweza û Parkên Millî ve bê kirin û kesên biryarê binpê bikin dê li gor yasayan bên cezakirin.


Waliyê Dêrsimê Tuncay Sonel da zanîn ku biryar ji bo parastina ajelên kovî hatiye wergirtin û got: "Em wek Walîtî û gelê Dêrsimê xwedî li jiyana xwezayî derdikevin. Lê mixabin hinek nêçîrvanên ku ji derve hatibûn çend pezkoviyên me kuştin. Me jî destnîşan kirin û cezayên pêwîst wergirtin."


Sonel da zanîn ku di vê mijarê de gelekî hestyar in û got: "Bi taybetî pezkovî bo gelê me yê navçeyê gelekî girîng in. Em dê berdewam xwedî li wan derkevin." Li aliyê din li ser fermana Walî bi helîkopteran li nav xwezayê xwarin ji ajelên kovî re hat danîn.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst