Li gundekî Qersê kîvroşek bû sedem ku gund bêav bimîne

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Zarûşad a Qersa Bakurê Kurdistanê kîvroşka ku di depoya avê de mir bû sedema bêavmayina gundekî.

 

Li gundê Tepekoy ê girêdayî navçeya Zarûşadê xelkê gund dema ku dîtin ava xetê naherike çûn depo seh kirin û dîtin ku kîvroşkek di nava boriya avê de asê maye û miriye.


Piştî ku kîvroşka mirî ji boriyê hat derxistin av dîsan herikî û gundî gihiştin ava xwe.


Niştecihê gundê Zarûşadê Maksut Adigucel diyar kir ku kîvroşek bû sedema qutbûna ava gundên wan û wiha got: “Ev çend bû li gund av qut bibû. Dema em çûn me boriya depoyê she kir me dît ku kîvroşek têde miriye. Me termê kîvroşekê derxist û em ji nû ve gihîştin ava xwe.”