DAIŞê êrişî xaleke kontrolê ya hevbeş a asayiş û polîsê Diyale kir

31-01-2019
RÛDAW
Rûdaw
Rûdaw
Nîşan DAIŞ Êriş Teqe
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Çekdarên DAIŞê teqe li xaleke kontrolê ya hevbeş a hêzên asayişa Germiyanê û polîsê Diyaleyê kir,  lê di encama êrişê de zirar negihişte canê ti kesî.

 

Ji îstixbarata Fewca Yek a ser bi Lîwaya Sê ya Piyade Muqedem Ehmed Mistefa ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand: “Demjimêr 20:25ê vê şevê, hejmarek çekdarên DAIŞê bi nîşangiran teqe li xala kontrolê ya Bawemehmûd-Xaneqînê kir ku xaleke kontrolê ya hevbeş e di navbera hêzên asayişa Germiyanê û polîsê Diyaleyê de, bi qasî 20 xulek rûbirûyî hev bûn, lê ti zirarekî canî çênebû.”

 

Ehmed Mistefa herwiha got: “Şevê din jî hejmarek çekdarên DAIŞê êriş kirin ser fewca me û di demjimêr 10ê şevê heta 01:30ê nîvê şevê rûbirûbûn berdewam bû û ji ber vê yekê pêşmergeyek birîndar bû, herwiha me 3 bombe pûç kirin ku çekdarên DAIŞê danîbûn.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst