Elî Bapîr: Divê PDK berpirsyariyekî zêdetir hilde ser milê xwe

31-01-2019
RÛDAW
Kongreya rojnamevaniya Fazil Mîranî û Elî Bapîr
Kongreya rojnamevaniya Fazil Mîranî û Elî Bapîr
Nîşan Kurdistan PDK Fazil Mîranî Komela Îslamî Elî Bapîr
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Emîrê Komela Îslamiya Kurdistanê, Elî Bapîr piştî civîna li gel şanda Partiya Demokrata Kurdistanê ragihand, PDKê dîrokeke dûr û dirêj a xebatê heye û niha jî di pêgeheke bihêz de ye û divê berpirsyariyeke zêdetir hilde. Elî Bapîr got, divê di demeke herî nêzîk de hewla çareserkirina kêşeyan bê dan.

 

Îro şanda Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) bi serokatiya Fazil Mîranî serdana Komela Îslamiya Kurdistanê kir û ji aliyê Emîrê Komela Îslamî, Elî Bapîr ve hate pêşwazîkirin.

 

Piştî civînê, di konferanseke rojnamevanî de, Elî Bapîr û Fazil Mîranî derbarê naveroka civînê û mijarên di rojevê de daxuyanî dan.

 

Elî Bapîr di derbarê serdana şanda PDKê de ragihand: “Ev serdan, serdaneke dostane bû, bi armanca gotûbêjkirina rewşa herêmê û navçeyê û xurtkirina pêwendiyên me yên du alî. Herdu aliyan axavtinên erênî û baş kirin. Em bi hêvî ne, bi alîkariya hemû aliyan, aliyên siyasî yên Herêma Kurdistanê ji niha û şûnde, em hemû aliyek bi awayekê berpirsyartir bi hev re serederiyê bikin, wan kêşe û arîşeyên ku hene, daku bi hewldana hemû aliyan em bikarin çareseriyan jê re danin. Tekez ev welat, em hemû tevde li hember wê berpirsyar in û dê bi hemû tevan re were çêkirin. Têkdan herdem xirab e, kesek dikare tiştekî têk bide, lê bo çêkirinê, eger hemû alî nebin, çê nabe”.

 

Elî Bapîr herwiha got: “Em weke Komela Îslamî dizanin ku Partiya Demokrata Kurdistanê dîrokekî dûr û dirêj di xebatê de heye û niha jî pêgehekî mezin û berçav heye, lewma divê ew zêdetir hest bi berpirsayetiyê bikin û bêhnfirehtir û bi berpirsyariyekî zêdetir serederiyê bikin. Ev serdana îro jî ya bo cem me, bi baweriya min her belgeya vê yekê ye. Xuya ye ku serdana aliyên din jî kirine û dê bikin jî”.

 

Di heman konfernasa rojanmavenî de, Sekreterê Polîtboruya PDKê Fazil Mîranî ragihand: “Partiya Demokrata Kurdistanê û rênimayiyên serok Barzanî wiha ne, ku em hizir li wê yekê bikin, ya ku duh me nekiriye bo vî milletî û vî welatî, em îro hewl bidin ku bikin. Pirs ev e, gelo tiştek nehatiye kirin? Belê hatiye kirin. Gelo hemû tiştek hatiye kirin? Nexêr, hemû tiştek nehatiye kirin, ji duh bêtir em dikarin bikin, belê em dikarin bikin, çima me nekiriye? Divê ji vi rem hemû aliyên siyasî ji vî xalî ve biçin nava lêşeyên welatê xwe”.

 

Fazil Mîranî herwiha got: “Dabînkirina ewlehiya vî welatî û xelkê Kurdistanê û debara xelkê, karê me yê pêşîn e. Duh karê pêşîn ê hikûmeta kek Nêçîrvan û kabîneya wezareta wî bûye, tevî hevalên wî û kek Qubad Talebanî jî. Îro jî ev berpirsyarî dikeve ser milê kek Mesrûr Barzanî û hikûmet û tîma wî, çimku dabînkirina ewlehiyê û jiyana xelkê îro ji pêwîstiyên vî milletî ne”.

 

Sekreterê Polîtboruya PDKê daxwazekê arasteyê aliyên siyasî kir û got: “Îro dema vê yekê hatiye, ewên ku di desthilatdariyê de ne û yên ku li derveyî desthilatdariyê ne, her yek bi awayê xwe, yê ku di opozisyonê de be jî, dikare bi opozisyonbûneke rast ximzeta millet û welatê xwe bike, yê ku di hikûmetê de ye jî, bikare bi desthilatdariyekî baş û dadperwer xizmeta vî milletî û vî welatî bike”.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst