Şanda PDKê îro bi Yekgirtû, Komel û partiya Komonîst re dicive

Hewlêr (Rûdaw) - Îro şandeke Partiya Demokrata Kurdistanê serdana Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê, Komela Îslamî û Partiya Komonîst a Kurdistanê dike.

 

Şanda ku serdana hersê aliyan dike, ne şanda danûstankar a PDKê  bo pêkanîna kabîneya nû ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ye.

 

Ev serdan di demekê de tê kirin, ku Yekgirtû û Partiya Komonîst a Kurdistanê bi fermî ragihandine, ku beşdarî kabîneya nehem a Hikûmeta Herêma Kurdistanê nabin û Komel jî heta niha xwe yekalî nekiriye.

 

Berpirsê Pêwendiyên Niştîmanî yên PDKê Elî Hisên ji Rûdawê re ragihand, bi mebesta gutûbêjkirina çend pirsan, îro bi cuda ligel Yekgirtû, Komel û partiya Komonîst a Kurdistanê dicivin.

 

Berpirsê Pêwendiyên Yekgirtûya Îslamiya Kurdistanê, Mihemed Hawdiyanî jî ragihand, tevî ku ew li ser helwêsta xwe bo opozisyonbûnê rijd in, biryar e şandeke polîtboruya PDKê serdana wan bike û tekez kir, ev serdan di çarçoveya pêwendiyên siyasî de ye.

 

Derbarê wê yekê de ku serdankirina Yekgirtûyê ji aliyê PDKê ve, nabe sedem ku Yekgirtû ji biryara opozisyonbûnê poşman bibe, Mihemed Hawdiyanî got: “Yekgirtû biryara xwe ya dawiyê daye û ji biryara xwe venagere. Di civîna PDKê û Yekgirtûyê de behsa pêkanîna kabîneya nû ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê nayê kirin, lê belê dê zêdetir behsa pêwendiyên siyasî bê kirin”.

 

Zêdetirî du mehin danûstandinên pêkanîna hikûmeta nû destpê kiriye, ji wê demê ve PDK ku partiya yekem a hilbijartinan tenê serdana YNKê û Goran kiriye, heta niha jî Komelê biryar neydaye, ku beşdarî hikûmetê bibe ya na.

 

Berpirsê Navenda Hikûmet û Parlemantoyê ya Komela Îslamî, Bîlal Silêman jî ji Rûdawê re da xuyakirin, biryar e pêncşembiyê şandeke PDKê bi serokatiya Sekreterê Polîtboruya PDKê, Fazil Mîranî serdana wan bike û dê ji aliyê Emîrê Komela Îslamî Elî Bapîr ve pêşwazî li şanda PDKê bê kirin.

 

Bîlal Silêman dibêje, ev serdana li ser daxwaza PDKê ye û ne girêdayî pêkanîna hikûmetê ye û dê serdaneke asayî be

 

Berpirsê Navenda Ragihandinê ya partiya Komonîst a Kurdistanê, Hindrên Ehmed ji Rûdawê re ragihand, şandeke polîtboruya PDKê serdana wan dike, tevî ku wan biryar daye ku opozisyon bin.

 

Hindrên Mihemed got, biryara wan a opozisyonbûnê nabe rêgir li berdem hevdîtin û civînên wan ên li gel aliyên siyasî.

 

Serdana şanda PDKê bo cem Yekgirtû, Komel û Partiya Komonsît di demekê de ye, ku şanda danûstankar a PDKê çend caran bi YNK û Goranê re civiyaye, lê piştî derbasbûna zêdetirç 4 mehan bi ser hilbijartinan heta niha lihev nekirine.