Artêşa Tirk bomberan dike, Kurd berevaniyê dikin

31-01-2018
RÛDAW
Nîşan Efrîn Êriş Tirkiye YPG YPJ
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Balafirên şer û helîkopterên artêşa Tirkiyê li ser bomberankirina gund û navçeyên Efrînê berdewam in û li gor agahiyên hatine bidestxistin gelek kes koçber bûne.


Çavkaniyeke taybet ji Efrînê bo Tora Medyayî ya Rûdawê da zanîn ku nêzîkê nîvê şevê, Helîkopterên ji corê Kobra gundê Hemamê yê ser bi Cindirêsê bombebaran kirine.


Li gor heman çavkaniyê bombebaran piştî wê yekê hat ku şervanên Kurd gundê Hemamê ji destê hêzên Tirkiyê û çekdarên opozisyonê derxistibûn. Li devera Reco jî, bakafirên şer ên Tirkiyê girê Kevirê Ker bombebaran kirin. Herwiha gundê Bafelonê li rojhilatê Efrînê ku dikeve navbera herdu gundên Qestela Cindo û Qitmê jî hatin bombardimankirin.


Derbarê pêşhatên meydanî li ser sînor, çavkaniyeke taybet ji Rûdawê re diyar kir ku gundên Çiyayê Xastiya her wekî Xerza, Elîjaro, Racê û Birkê ketine jêr fişara artêşa Tirkiyê û koçber bûne.


Li gorî wê çavkaniyê, artêşa Tirkiyê û çekdarên girêdayî wê li çiyayê Êzgehê û derdora herdu gundên Emera û Mamila bicih bûne. Heman çavkaniyê da zanîn ku li devera Bilbilê jî hêzên Tirkiyê li gundê Baliya ku li ser sînor e bicih bûne.


Merwan Henan, çalakvanê siyasî ji Efrînê ji Rûdawê re got ku heta niha zanyariyên kontrolkirina artêşa Tirkiyê ji van çend gundan re nehatine piştrastkirin û çavkaniyên serbazî yên YPGê tekez dikin ku heta niha Tirkiyê hîç gundek kontrol nekiriye.


Şervanên Yekîneyên Parastina Jinan (YPJ) ku li navçeyên bakurê Efrînê bicîh bûne, ragihandibûn ku ew Efrînê bo dijmin vala nakin û heta fîşeka dawî dê berevaniyê li bajarê xwe bikin.


Ji 20ê Çileya 2018ê ve artêşa Tirkiyê operasyona ser bajarê Efrînê yê Rojavayê Kurdistanê ragehandiye û heta niha berdewam e. Di êrîş û operasyonên Tirkiyê de heta niha bi dehan sivîl bûne qurbanî û gelek kes jî birîndar bûne.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst