Artêş ji Kerkûkê vedikişe û polîs cihê wê digrin

Kerkûk (Rûdaw) – Bi biryara hikûmeta Iraqê, artêşa Iraqê û Fermandeya Operasyonan ji bajarê Kerkûkê vekişiyan û li cihê wan sê firqeyên polîsên federal hatin bicîhkirin ku hejmara wan 7 hezar û 500 polîs e.


Heta niha rewşa Kerkûkê aloz e û normal nebûye, welatî ji rewşê ne piştrast in û gelek kes jî koçber bûne û di rewşeke xirab de dijîn.


Hêzên Iraqî yên li Kerkûkê bi serê xwe tevdigerin û di dema tevgerên leşkerî û operasyonan de hevahengiyê ligel îdare, encûmena parêzgehê û lijneya ewlekariyê nakin.


Guhertinên ku hikûmeta Bexdayê li bajarê Kerkûkê kirine, hevdem in ligel amadekariyên hilbijartina Parlamentoya Iraqê. Herçiqas polîsên xwecihî yên Kerkûkê sê caran daxwaza wergirtina dosya ewlekariya bajêr kirine, lê heta niha Bexdayê ti bersivek nedaye.


Aliyên Kurdistanî jî li ser mijara Kerkûkê nakok in û piştî dagîrkirina bajêr ji aliyê artêşa Iraq û Heşda Şabî (16.10.2017) ve, heta niha Encûmena Parêzgeha Kerkûkê neciviya ye û serokê encûmenê jî li Hewlêrê ye.


Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) tekez dike ku heta Pêşmerge venegerin Kerkûkê ew jî vemnagerin. Li gor Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) jî, bi vegera PDKê dê beşek ji pirsgirêkên bajêr bên çareser kirin.