YPJ: Em Efrînê bo dijmin vala nakin

31-01-2018
RÛDAW
Rûdaw
Rûdaw
Nîşan Efrîn Êriş Tirkiye YPG YPJ
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Şervanên Yekîneyên Parastina Jinan (YPJ) li navçeyên bakurê Efrînê bicîh bûne û radighînin ku ew Efrînê bo dijmin vala nakin. Şervanên YPJê li wê navçeyê perwerdeya leşkerî dibînin daku bajêr ji êrîşan biparêzin.


Şervanên YPJê berê çekên xwe dane artêşa Tirkiyê û grûbên girêdayî wê û dibêjin ku ew amade ne heta fîşeka dawî ji bo parastina Efrînê cane xwe bikin feda.


Hêzên Yekîneyên Parastina Jinan (YPJ) li gundê Raco yê bakurê Efrînê hatine bicîhkirin û li wê derê hemû corên perwerdeya leşkerî dibînin.


Sala 2013ê YPJ hat ragihandin û li Efrînê hatin bicîhkirin. Sala 2014ê hejmara şervanên YPJê 10 hezar kes bû û heta Adara 2017ê hejmara wan gehişte 24 hezar şervan û di nav de kesên xwebexş ên biyanî jî hene. Di şerê DAIŞê de roleke wan a diyar hebû û li ser asta cîhanê jî wek hêzeke aktîf a dijî DAIŞê tên naskirin.


Ji 20ê Çileya 2018ê ve artêşa Tirkiyê operasyona ser bajarê Efrînê yê Rojavayê Kurdistanê ragehandiye û heta niha berdewam e. Di êrîş û operasyonên Tirkiyê de heta niha bi dehan sivîl bûne qurbanî û gelek kes jî birîndar bûne.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst