Geştyarên biyanî serdana Gola Çildarê dikin

31-01-2018
RÛDAW
Nîşan Gola Çildarê Qers Geştiayrî
A+ A-

Navenda Nûçeyan - Gola Çildarê ya bajarê Qersê qeşa girt, geştyarên herêmî û biyanî jî serdana wê dikin û bi xizangan digerin.


Geştyarên bi trên “Ekspresa Rojhilatê” diçin bajarê Qersê yê Bakurê Kurdistanê serdana navenda kaşûnê ya Girê Cibilê. Pişt re diçin li ser gola qeşa girtî digerin sîwarê xizangan ên ku hesp dikşînin, dibin.





Trêna “Ekspresa Rojhilatê” ya ku ji Stenbol, Îzmir û Enqerê tê bajarên Bakurê Kurdistanê di 24 saetan de sefera xwe temam dike.

Geştyarên herêmî û biyanî diçin gola Çildarê ya ku duyemîn gola herî mezin a Bakurê Kurdistanê ye û 1959 metre li bilindahiyê ye. Geştyar li ser gola qeşa girtî dimeşin, sîwarê xizangan dibin, govendê digrin û demên xweş derbas dikin.





Stranbêj Burak Kut got: “Qers cihekî pir xweş e. Em hatin Qersê, eger em nehatana Gola Çildarê nedibû. Cihekî nuwaze ye."




Ece Koktaş a xwendekara zanîngehê jî got: “Ez û hevalên xwe bi trênê hatin Qersê.  Ji bo ku me xweşikiyên bajêr dîtin em gelekî kêfxweş in.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst