Mala Şêx Riza Talabanî kavil bûye

31-01-2017
HÎWA HÛSAMEDDÎN
Rûdaw
Rûdaw
Nîşan Kerkûk Şêx Riza Talabanî Helbestvan
A+ A-

Kerkûk (Rûdaw) – Beşekê mezin ê mala helbestvanê kurd Şêx Riza Talabanî ya li Kerkûkê hilweşiyaye û bûye kavil.

 

Nivîskar û rewşenbîrên Kerkûkê pêwîst dibînin, ku mala Şêx Riza Talabanî bibe mûzexane yan jî cihekî diyar ê bajarê Kerkûkê.

 

Xaniyê helbestvan Şêx Riza Talabanî dikeve taxa Bertekye ya Kerkûkê. Di nav vê xaniyê de Şêx Riza bi dehan bîranîn û helbest nivîsandine. Lê zêdetirî 10 salan e ev avahî xirabûye û bûye xirbe.

 

Nivîskar Ebdullah Qeredaxî, ku li ser helbestên Şêx Riza 16 lêkolîn pêk aniye, li hember wêranbûna xaniyê helbestvanê mezin xemgîn e û dibêje; “Li vir ligel çêkirina vê avahiyê xewnên mezin ên Şêx Riza hebûne. Mixabin niha ev mal kavil bûye. Divêya niha biba mûzexane. Ev yek karesatek e û divê mirovên rewşenbîr li ser vê heyê helwesta xwe nîşan bide.”

 

Nivîskar Emîn Şivanî jî diyar dike, Şêx Riza ji bo kurd, tirkmen, fars, ereb û tirkan helbestvanekî baş û serwetek bûye û wî xelkê Kerkûkê weke ji gelê xwe dîtiye.

 

Niha li Kerkûkê ti tax, navend an jî kolanek bi navê Şêx Riza Talabanî nînin. Beriya çend salekî peykerekî helbestvanê kurd hebû û ew jî ket ber plana nûnejkirina kolanan, ji cîh hate rakirin û carekê din jî nedanîn.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst