Mele Bextiyar: Em dixwazin hûrtir ji Gorranê fêm bikin

31-01-2017
RÛDAW
Mele Bextiyar
Mele Bextiyar
Nîşan YNK Mele Bextiyar Gorran PDK
A+ A-

Silêmanî (Rûdaw) – Berpirsê Desteya Kargêrî ya Polîtboruya YNKê Mele Bextiyar ragihand, Tevgera Gorranê daxwaza civîna serkirdatiya hevbeş ji wan kiriye û tekez kir, ew ji bo wê civînê razî ne û dixwazin hûrtir ji Gorranê têbigihîjin.

 

Mele Bextiyar piştî beşdarîkirin di merasîma salvegera Şehîd Aram de li Qeredaxê ji rojnamevanan re ragihand, Tevgera Gorranê daxwaza civînê ji YNKê kiriye.

 

Mele Bextiyar got: “Em ne bi wî awayî ligel PDKê sar in, ku li ser wê nexşerêya ku me ji xwe re daniye, bi PDKê re berdewamî bi gotûbêjan nedin, û ne jî me ligel Gorranê arîşeyeke wisa mezin heye ku li ser civînan berdewam nebîn.”

 

Mele Bextiyar herwiha got: “Duh em ligel wê şandê civiyan, ku serdana PDKê kiribû û me civîna her du şandên PDKê û YNKê gotûbêj kir. Me bername jî danî ku bi zûtirîn dem şandeya me ligel Gorranê gotûbêjan bike. Hevalên Gorranê daxwaza civîna serkirdatiya hevbeş li YNKê dikin, me jî ti nerazîbûn nîne. Em dixwazin hûrtûr ji Gorranê têbigihîjin.”

 

Berpirsê Desteya Kargêriya Polîtboruya YNKê amaje bi wê yekê jî kir, piştî civîna wan a ligel Gorranê, ew dê civîneke polîtboruyê li dar bixin û piştre jî dê bi PDKê re bicivin.

 

YNKê û Gorranê di meha Gulan a 2016ê de, rêkevtinek hevbeş bi hev re îmza kirin, lê belê berpirsên Gorranê gazindeya wê yekê dikin, ku heta niha ew rêkevtin weke xwe nehatiye cîbicîkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst