Rojhilat – Zanîngeha Kurdistanê, konferansa “Kurd û Çanda Gelan” li dar dixe

31-01-2016
RÛDAW
A+ A-

 

Sine (Rûdaw) – Zanîngeha Kurdistanê ya bajarê Sine yê Rojhilatê Kurdistanê, konferansekê bi navê “Kurd û Çanda Gelan” li dar dixe.

Serokê Navenda Kordolojiyê ya Zanîngeha Kurdistanê ya Sine, Omîd Qadirzade eşkere kir ku dê konferansekê li ser Kurd, çanda kurdî, nasnameya kurdî her wiha kurd di edebiyatên erebî û farsî û herêmê de li dar bixin.

Omîd Qadirzade ji malpera ÎSNAyê re ragihand, konferans dê roja 15ê Sibata îsal were lidarxistin û navê wê jî “Kurd û Çanda Gelan” e.

Serokê Navenda Kordolojiyê ya Zanîngeha Kurdistanê da zanîn ku konferansa han dê bi du panêlan were lidarxistin; di panêla yekem de dê behsa çand û nasnameya kurdî di edebiyata gelên din de were kirin, di panêla din de jî dê behsa pênaseyên çand, nasname û şexsiyeta kurd di edebiyata kurdî de were kirin.

Li gorî agahiyên Qadirzade, panêlîstin konferansê ev in: Dr. Bextiyar Secadî, Dr. Seyîd Ehmed Parsa, Dr. Hesen Serbaz, Dr. Necmedîn Cebarî, Dr. Hadî Rizwan, Dr. Ebdullah Resûlnejad, Dr. Rehman Weysî. 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst